Ji 5 welatên mezin ên cîhanê daxuyanîya hevbeş bo êrîşa Hewlêrê

Ji 5 welatên mezin ên cîhanê daxuyanîya hevbeş bo êrîşa Hewlêrê

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîka jî di nav de wezîrên derve yên 5 welatên ewropî êrîşa moşekî ya ser Hewlêrê ku şeva 15ê Sibatê pêk hatibû bi daxuyaniyeke hevbeş şermezar kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken, Wezîrê Derve yê Fransa Jan Yeavs Le Drian, Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Mass, Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominque Raab û Wezîrê Derve yê Îtalya Luige De Mayo derbarê êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê daxuyaniyeke hevbeş îmze kirin û êrîş bi tundî şermezar kirin û hevxemiya xwe ji bo qurbanî û malbatên wan û gelê Iraqê pêşkêş kirin.

Di daxuyaniya hevbeş de hat gotin: “Em wezîrên derve yên welatên Fransa, Almanya, Îtalya, Brîtanya û Amerîkayê bi awayekî herî dijwar êrîşa roja 15ê Sibatê bo ser binkeyê serbazî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistana Iraqê şermezar dikin ku bû sedema kuştina belênderekî (mutahit) sivîl û birîndarbûna 9 kesên din.”

Di daxuyaniyê de her pênc welatan ji bo lêkolînên derbarê bûyerê de û cezakirina kesên ew kar kirine piştgirî nîşan dan û diyar kirin: “Nerîna me derbarê wê êrîşa ser karmend, serbazên Amerîka, hêzên Hevpeyman û saziyên wan de yekgirtî ye û em bexşîner nabin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin