Ji 45 rêxistinên kedê ji bo karkeran 13 daxwaz

Ji 45 rêxistinên kedê ji bo karkeran 13 daxwaz

.

A+A-

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Enqereyê û 44 rêxistinên kedê pêş 1ê Gulanê daxwazên ewlekarî û tenduristiya karkeran yên hevpar bi 13 xalan aşkere kirine. Her weha rêxistinan banga îmzekirinê û tekoşîna bi hev re ji hemû aliyan kiriye.

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Enqereyê û 44 rêxistinên kedê pêş 1ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyek nivîskî daye û ji bo di pandemiya Covîd-19ê de parastina tenduristiya karkeran were kirin û mirina karkeran kêm bibe 13 daxwazên hevpar aşkere kirine.

Daxwazên rêxistinên kedê ev in:

  • Bila qedexeya derxistina ji kar were dirêjkirin, derxistina ji kar bi rêyên wek Kod-29ê ji aliyê xwedîkaran ve, sepandina destûra salane ya mecbûrî û destûra belaş a mecbûrî were qedexekirin.
  • Bila bêyî ku heqdest û maf ji dest bidin, rojane saetên xebatê herî zêde 6 saetan sînordar bikin.
  • Bila amûrên paqijiyê û parastinê yên şexsî li karker û gel bê pere were belav bikin.
  • Ji bo ku xwedîkar hejmara nexweşan veneşêrin bila sîstemek were çêkirin.
  • Kargehên ku hejmara nexweşan tê de  li ser rêjeyekî diyarkirî ye bila were girtin.
  • Bila sendîka û rêxistinên pîşeyî tevlî vekolîn û qonaxên kontrolê yên İSGê yên li cihê kar bibin.
  • Bila hemû karmend tevlî pêvajoya vaksînê were kirin û demildest lêdana vaksînê bê kirin.
  • Bila wisa bikin ku her kes ji xizmetên tenduristiyê sûd werbigirin. bila hemû xizmetên tenduristiyê, li nexweşxaneyên giştî û taybet bê pere bên kirin.
  • Bila ne qezenca şîrketên dermanan, bila berjewendiyê gel li ber çavan bê girtin. Ji bo tenduristiya gel bila di vaksînlêdanê de mafê patentî were betalkirin.
  • Bila karkerên temenê wan 50 salî û serê ne yên ku di koma herî bi risk de ne heta şewb bi dawî bibe mafê destûr bidinê.
  • Ji bilî sektorên mecbûrî hilberîna li cihên kar bila were sekinandin û karker li ser destûra îdarî were qebûlkirin.

Rêxistinên ku îmzeyên wan li bin daxwaza ne ev in:

Ankara Dayanışma Akademisi / Ankara Dişhekimleri Odası / Ankara İşçi Meclisi / Ankara Tabip Odası / AVM Çalışanları Derneği / BES Ankara 1 Nolu Şube / BES Ankara 2 Nolu Şube / Birlik Sendikası / BTS Ankara Şube / Dev Sağlık-İş Ankara Temsilciliği / Dev Yapı-İş Ankara Temsilciliği / DGD-Sen / DİSK İç Anadolu Bölge Temsilciliği / Eğitim-Sen / Eğitim-Sen Ankara 1 Nolu Şube / Eğitim-Sen Ankara 2 Nolu Şube / Eğitim-Sen Ankara 3 Nolu Şube / Eğitim-Sen Ankara 4 Nolu Şube / Eğitim-Sen Ankara 5 Nolu Şube / ESM Ankara Şube / Haber-Sen / Haber-Sen Ankara Şube / İşçi Fanzin / İnşaat-İş Ankara Temsilciliği / KESK Ankara Şubeler Platformu / Kültür Sanat-Sen Ankara Şube / Nakliyat-İş Ankara Temsilciliği / Patronların Ensesindeyiz Ağı / Petrol-İş Ankara Şube / PTT-Sen / SES / SES Ankara Şube / Sincan İşçi Birliği / Tarım Orkam-Sen Ankara Şube / Tek Gıda-İş Ankara 1 Nolu Şube / Tek Gıda-İş Ankara Fırınları Şube / Tez Koop-İş / TMMOB Ankara İl Koordinasyon Kurulu / TOMİS / Toplumsal Hukuk / Tümbel-Sen Ankara 1 Nolu Şube / Tümbel-Sen Ankara 2 Nolu Şube / Türkiye Gazeteciler Sendikası Ankara Temsilciliği / Yapı Yol-Sen Ankara Şube.

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin