Ji 20 hezar mamosteyan tenê 3 ji bo dersa Kurdî

Ji 20 hezar mamosteyan tenê 3 ji bo dersa Kurdî

.

A+A-

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê nexşerêya damezrandina 20 hezar mamosteyan bo waneyên cuda li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ragihand û li gor nexşeya hatiye danîn tenê 3 kontenjan bo dersa Kurdî hatine terxankirin û li beramber jî 25 kontenjan bo dersa Rûsî.

Li gor nexşerêya Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê (MEB) ji bo damezrandina mamosteyan serlêdan dê di navbera rojên 15 ta 26ê vê mehê (Adar) bên wergirtin.

Piştî ku serlêdanên wan hatin wergirtin, bi mebesta ezmûnê di navbera 17ê Gulanê ta 6ê Hezîranê de mulaqatek dê li gel mamosteyan bê kirin û encam jî dê 8ê Tîrmehê bên eşkerekirin.

Herwiha piştî wê mamosteyên ku serkeftî bûne dê di navbera 1-6 Îlonê de tercîhên xwe yên bo cihê kar pêşkêş bikin.

Li aliyê din bi şêwazê girêbest jî mamoste dê bên wergirtin û serlêdanên bo vê yekê jî bi rêya malpera bi navê "ilkatama.meb.gov.tr" dê bên kirin.

Li gor nexşerêya hatiye eşkerekirin, şêwazarên Kurmancî û Zazakî jî di nav de ji bo 83 waneyan mamoste dê bên wergirtin û kontenjan herî zêde jî bo dersên Mamostetiya Polê û Perwerdehiya Taybet hatine terxankirin.

Li gor daxuyaniya MEBê, ji bo dersa Îngîlîzî 1938, Almanî 210, Erebî 503 û ji bo Rûsî jî 25 mamoste dê bên damezrandin.

Dersên şêwazarên Kurmancî û Zazakî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve di kategoriya “Zaravayên Zindî” de wek dersên “bijarde” tên pêşkêşkirin û li gor nexşerêya hatiye danîn sala 2021 ji bo Kurmancî 2 û bo Zazakî jî 1 mamoste dê bên damezrandin.

Ji bo Kurdî ku zimanê bi milyonan e li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2017 û 2018an 3 mamoste hatibûn danîn û sala 2019an jî ti kontenjanek bo mamosteyên dersa Kurdî (Kurmancî-Zazakî) nehatibûn destnîşankirin.

Sala 2020an jî tenê kontenjanek bo Zazakî hatibû terxankirin û ti kontenjanek bo Kurmancî nehatibû danîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin