Ji 13 baroyên Bakurê Kurdistanê banga lêpirsîna mikurhatinên Sedat Peker...

Ji 13 baroyên Bakurê Kurdistanê banga lêpirsîna mikurhatinên Sedat Peker...

.

A+A-

13 baroyên li bajarên Bakurê Kurdistanê bang li dozgeran kirin ku lêpirsînên hiqûqî li ser mikurhatin û îdiayên Sedat Peker bidin destpêkirin.

Baroyên Diyarbekir, Wan, Mêrdîn, Riha, Semsûr, Agirî, Şirnex, Êlih, Çewlik, Colemêrg, Mûş, Sêrt û Dêrsîmê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser wê yekê ku Serokê rêxistina neyasayî Sedat Peker, di derheqê bûyerên mezin û girîng de, bi diyarkirin nav, navnîşan û demê agahiyan dide, lê di derheqê wan kêsen ku Karsazên Kurd yên wek Behçet Canturk, Savaş Buldan û rojnamevan Ugur Mumcu kuştine de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û divê daraz demildest pêwistiya hiqûqê bi cih bîne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Sedat Peker îdia dike ku kuştina wan kesan bi piştgirî û agahiya Serokwezîrê berê yê navxweyî yê Tirkiyeyê Mehmet Agar, Serokwezîra wê serdemê Tansu Çiler bûye, lê di derheqê wan de lêpirsîn nayê destpêkirin.

Baroyan bang kirin ku daraz peywira xwe bi cih bîne û lêpirsînan bi awayekî cidî bide destpêkirin û bimeşîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin