Jeffrey: Beşdarîya Rêveberîya Xweser a ji bo Cenevreyê tê nîqaşkirin

Jeffrey: Beşdarîya Rêveberîya Xweser a ji bo Cenevreyê tê nîqaşkirin

Li ser navê DYA'yê Nûnerê Taybet yê Sûrîyeyê James Jeffery got ku beşdarîya Rêveberîya Xweser a ji bo nîqaşên çêkirina Zagona Bingehîn tê nîqaşkirin.

A+A-

24'ê vê mehê li Cenevreyê dê civîna Komîteya Zagona Bingehîn a Sûrîyeyê dest pê bike. Jeffrey ji bo çapemenîyê got ku Ji bo vê yekê ewê jî here wir û ev yek lê zêde kir: "Di bin rêveberîya Nûnerê Taybet ê Sûrîyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen civîn dê li dar bikeve. Ji muxalefeta Sûrîyeyê 50, ji nûnerên rejima Sûrîyeyê jî dê 50 kes amade bin. Dîsa 50 kesên serbixwe ku wekî ji sazîyên sivîl ên Sûrîyeyê tên qebûlkirin jî dê amade bin."

Li gor nûçeya Deger Akal a di DW Tirkî de, li ser pirsa dê nûnerên Rêveberîya Xweser a Rojava-Bakurê Sûrîyeyê jî beşdar bibin yan na Jeffrey wisa gotîye: "Yên beşdarî civîna Komîteya Zagona Bingehên A Sûrîyeyê dibin ji temamê welat têne hilbijartin. Beşdarî ne li ser rêxistinan e. Nûnerîya yên li Bakurrojhilatê Sûrîyeyê dijîn dem bi dem hatîye rojevê. Tiştê ez ji bo we bêjim ev e, niha ligel muxalifên din, ligel nûnerên sîyasî û hikumeta Bakurrojhilatê Sûrîyeyê ev yek tê nîqaşkirin."

Kompanîya neftê ya DYA'yê "Delta Crescent Energy LLC" ligel HSD'ê peymana li ser neftê îmze kiribû û Tirkîye dijî vê derketibû, wekî "fînansekirina terorê" bi nav kiribû. Li ser vê jî Jeffrey wisa gotîye, "Ev Ev rewşek taybet e, armanc ew e ku zora li ser Esad bê xurtkirin, ji ber vê yekê kompanîya DYA'yî ji ambargoya li ser Esad cuda hatîye girtin. Ji me ev yek hat xwestin. Biryara me ew e ev yek ne pirsgirêk e. Ji ber ku tu fêdeya Esadî di vê peymanê de nîn e. Ev operasyoneke taybet e. Ev herêmên petrolê di destê DAIŞ'ê de bûn, piştî ku Rêveberîya Xweser ew ji destên wan derxistin wan dixebitîne. Van deran ji bo operasyona li dijî DAIŞ'ê bikar tîne. Ji bo erebeyên xwe yên di operasyonan de jî nefta vir bikar tîne,hem jî ji bo aborîya wan çavkanîyeke girîng e... Em û endamên din ên koalîsyonê ji bo îstîkrar û fona wan, ji bo piştgirîya aborîya wan, hem jî ji bo sazkirina Îstîkrarê... Heta ku têkoşîna dijî DAIŞ'ê bidome tiştek normal e em bixwazin ku aborîya wê demê baş be."

Li alîyê din Jeffrey bibar xistîye ku HSD yek ji endamên koalîsyona ku dijî DAIŞ'ê şer dike ye û gotîye ku ji sala 2015'an de ew perwerdehîye didin wan.

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin