Îro partîyeke nû li Tirkîyê tê ragihandin

Îro partîyeke nû li Tirkîyê tê ragihandin

Îro Çarşembê Ali Babacan li Enqerê partîya xwe ya bi navê Partîya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) bi ‎fermî radighîne.‎

A+A-

Navenda Nûçeyan - Piştî bidawîbûna amadekarîyan, biryar e îro Çarçemê 11ê Adarê demjimêr 13:00ê merasîma ragihandina Partîya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) ya bi serokatîya Ali Babacan li Hotêla Bilkent a Enqerê were sazkirin û programa partîyê bê ragihandin.

Duh Sêşemê di dengdanekê de Desteya Damezrêner a DEVAyê ku 90 kes in, bi tevahîya dengan Ali Babacan wek serokê giştî yê partîyê hilbijartin. Li gor bernameya partîyê, Babacan û endamên Desteya Damezrêner demjimêr 12:00 serdana ser gora damezrênerê Komara Tirkîyê Mustafa Kemal Ataturk dikin.

Li gor daxuyanîya DEVAyê, serokomarê berê yê Tirkîyê Abdullah Gul ligel Babacan peywendî danîye û pîrozbahî lê kirîye. Berî niha Babacan di programeke televizyonî de gotibû, ti postekî Gul di nav partîya wî de nîne û nabe jî, lê ji dûr ve bi ezmûna xwe piştgirîya wan dike û ew jî pê dişêwirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin