Îro 38emîn salvegera enfala Barzaniyan e

Îro 38emîn salvegera enfala Barzaniyan e

.

A+A-

 38 sal berî naha di sala 1983ê de rejîma Beis a hilweşiyayî zêdetirî 8 hezar zilamên Barzanî enfal kirin û piştî wê jî bi çend qonaxan sedan hezar kurdên din li çend navçeyên cuda cuda yên Başûrê Kurdistanê proseya Enfal (Bi zindî çalkirin û bê serûşûm kirin) destpê kir û îro salvegera enfala Barzaniyan e.

Jenosîda Enfala Barzan 1983 destpê kir. Li devera Barzan ji temenê 11 salî heta 70 salî hemû hatin vegûhestin û piştî wê hatin qetilkirin. Beşek li başûrê Iraqê hatin dîtin. Çarenivîsa beşeke mezin hê jî ne diyar e. Hemû hatin jenosîd kirin.

38 sal berî naha roja 31.07.1983ê bi planekî bi bername ve desthilata wê demê ya Iraqê bi fermana Seddam Husên ve helmeta ketober girtina Barzaniyan li wargehên Herîr, Quştepe, Behrke û Diyana destpê kir û ew birin bo çolên başûrê Iraqê û li wê derê bi zindî hatin binax kirin û komkujiyek waha hat pêkanîn.

Du meh piştî wê serokê rejîma Beis a Iraqê Seddam Husên armanca wê tewanê neveşart û bi aşkerayî ji çapemeniyê re ragehand: ‘’Wan bi tundî cezayê xwe wergirtin û me ew avêtin dojehê ango cehenemê.’’

Li gor pîvan û yasayên Netewên Yekbûyî bi yekdengî roja 12.01.1951ê pejirandiye, komkujiya Barzaniyan tewaneke dijî mirovahiyê û dikeve nav xaneya jenosoidê. Ji ber vê jî li gel tewanên din ên enfal û veguhestina bi zorê ya kurdên feylî, kîmyabarana Helebçê û enfalê, tewanê kuştin û bê serşûm kirina Barzaniyan jî ji aliyê dadgeha bilind a tewanên Iraqê ve wek tewanê jenosoid hat naskirin.

Piştî sala 2005ê, bi giştî ji 16 dosyayên kurd, li dadgeha bilind a tewanên Iraqê de, tenê 6 dosya hatine zelal kirin û ew jî: ‘’Kîmyabarana Helebçe, Enfal, Bê serşûm kirina Barzaniyan û feyliyan’’ wek jenosoid hatiye nas kirin.

Herçend dadgeha bilind a tewanên Iraqê roja 03.05.2011ê biryar da ew tewan wek jenosoid bên naskirin jî, lê hikûmeta Iraqê daxwaza lêborînê li kesûkarên qurbanên enfal û Barzaniyan nekiriye.

Enfala Barzaniyan 38 sal berî naha roja 31.07.1983ê pêkhat û 8 hezar Barzanî hatin enfal kirin û heta naha tenê termê 596 kesên enfalbûyî hatine wegerandin bo goristana taybet a jenosoida Barzaniyan a li Barzanê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin