Îro 32.mîn salvegera kîmyabarana Helebçê ye

Îro 32.mîn salvegera kîmyabarana Helebçê ye

32 sal berî naha di rojeke wek îro 16ê Adarê de, tewaneke komkujîyê li hember xelkê bajarê gelê kurd li Helebçê, ji alîyê rejîma Beis a dîktator ve pêkhat.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di encama wî tewanî de 5 hezar kesan jîyana xwe ji dest dan û zêdetirî 10 hezar kesan jî birîndar bûn. Herwaha heta naha jî piranîya xelkê Helebçê ji ber hebûna şop û bermayên wê kîmyabaranê dinalin û heta naha jî şûnên çekên kîmyayî li ser hejmarek birîndarên wê demê mane û heta naha jî hin zarokên ku wê demê winda bûne hîn nehatine dîtin.

Lijneya bilind a kîmyabarana Helebçê bi boneya belavbûna vîrusa korona, li ser bingehê pêbendbûna bi biryar û rênmayîyên hikûmeta herêma Kurdistanê, îsal hemû bone û bibîranînên taybet ên derbarê qurbanîyên karesata Helebçê de ragirt. Tenê tacegul dê li ser monomenta şehîdan bê danîn.

Karesata kîmyabarana Helebçê sala 2010ê li parlamentoya Iraqê û dadgeha bilind a tewanên Iraqê wek jenosoid hate nas kirin.

Wêneyê Omer Xawe ku zarokê wî yê sawa di himbêza wî de ye bû sembola Helebçê û li hemû cîhanê dengveda.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin