Îro 29.mîn salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê ye

Îro 29.mîn salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê ye

Îro salvegera roja destpê kirina Raperîna gelê Kurdistanê ya li dijî rêjîma Beis a Iraqê ye, ku karî bo yekem carê piranîya axa Herêma Kurdistanê ji destê rêjîma Beis rizgar bike û Kurd li Başûrê Kurdistanê desthilatê bi dest xwe ve bîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan - 29 sal berî naha roja 5ê Adara 1991an de Raperîna gelê Kurdistanê li dijî rêjîma Beis a Iraqê destpê kir û di yekem roja Raperînê de, devera Ranya û Qeladizê hatin rizgarkirin. Piştre jî nasnava “Derîyê Raperînê” li wê deverê hat kirin.

Piştî rizgarkirina devera Pişder û Bitwênê, xelkê Kurdistanê bi piştevanîya mefrezeyên Pêşmerge rabûn ser pîyan û raperîn û her rojê govenda azadî û rizgarbûnê li çend navçeyan dihat gerandin.

Raperîna gelê Kurdistanê bi piştevanîya mefrezeyên Pêşmerge, di encama zulm û zordarîya rêjîma Beis a li dijî Kurdan de pêkhat, serkeftin jî ji yekgirtîya gel û yekdengîya hêza sîyasî pêk hat, ku karî di heyameke kurt de piranîya axa Başûrê Kurdistanê rizgar bikin û dawî bi desthilatdarîya dagîrkeran bînin.

Piştî Raperînê bi salekê, rêveberîya sîyasî ya Kurdistanê, bi ceribandina rîyên demokrasîyê bo birêvebirina îdareya Başûrê Kurdistanê dan destpê kirin û di 19.5.1992an de hilbijartina Parlemantoya Herêma Kurdistanê bo yekem carê hat encamdan, ev jî tevî nakokîyan û rewşa navxwe ya nexwastî, lê bi destkefteke girîng a Kurd li Başûrê Kurdistanê tê hejmartin, ji ber ku di dîrokê de cara yekem bû Kurd bûn xwedî parlemanto û hikûmet. Herêma Kurdistanê ji bilî encamdana projeyan di tevahîya waran de, rêveberîya sîyasî ya Kurd karî di rûyê dîplomasî de pêwendîyan bi welatên cîhanê re berfereh bike û daxwaza mafê Kurd bigihîne navendên sîyasî yên cîhanê.

Niha ku salvegera 29emîn a destpêkirina Raperînê û rizgarkirina devera Pişder û Bitwên e, piştî çend salan ji dorpêça Bexdayê bi ser Herêma Kurdistanê û krîza darayî, alîyên sîyasî mijûlî pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne û çend pêngav jî ji bo başkirina rewşa aborî avêtine. Herwiha li gor salên borî, niha pêwendîyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê di asteke baş de ye û herwiha li gor navçeyên din ên Iraqê jî, di warê aramî û ewlehîyê de Herêma Kurdistanê aramtirîn navçeyên Iraqê 

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin