Iraqê hemû derîyên sînorî yên li gel Îranê girtin

Iraqê hemû derîyên sînorî yên li gel Îranê girtin

Iraqê ji ber vîrusa Koronayê hemû derîyên sînorî yên li gel Îranê girtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor daxuyanîya Rêveberîya Sînoran a Iraqê, ji ber vîrusa Koronayê hemû derîyên sînorî yên li gel Îranê ji bo maweyê 3 rojan dê bên girtin.

Wezareta Guhestinê ya Iraqê jî hemû geştên asmanî yên bo Îranê rawestandin heta demeke nedîyar.

Ev di demekê de ye ku Îranê bi fermî piştrast kirîye, heta îro Pêncşemê 5 kes li wî welatî bi vîrûsa Koronayê ketine, ku du ji wan canê xwe ji dest dane.

Li gor Wezareta Tendirustîya Îranê, 4 kes li Qaumê û kesek jî li Erakê bi vîrûsa Koronayê ketine, ku 2 kes ji wan li Qumê jîyana xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin