Iraqê hejmara kuştî û birîndarên êrîşên Amerîkayê aşkere kir

Iraqê hejmara kuştî û birîndarên êrîşên Amerîkayê aşkere kir

Iraqê derbarê êrîşa esmanî ya Amerîkayê bo ser baregehên Ketayibên Hizbullahê de daxuyanî da û hejmara kuştî û birîndarên van êrîşan aşkere kir

A+A-

Navenda Nûçeyan- Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê ragihand, di êrîşên Artêşa Amerîkayê bo ser binkeyên Heşda Şeibî de 5 çekdarên Heşdê hatine kuştin û 30 çekdar jî birîndar bûne.

Têkildarî êrîşa îşev, Şaneya Ragihandina Cengî ya Iraqê jî piştrastkir ku îro demjimêr 7ê êvarê êrîşek bo ser baregeha Lîwaya 45 a Heşda Şeibî li ser sînorê Iraqê û Surîyê hatîye pêkanîn.

Şaneya Ragihandina Cengî ya Iraqê daye xuyakirin, di êrîşê de 4 kes hatine kuştin, ku yek ji wan Fermandeyê Baregayê Lîwaya 45 a Heşda Şeibî ye û 30 çekdarên din jî birîndar bûne.

Wezareta Berevanîya Amerîkayê (Pentagon) îro di daxuyanîyekê de aşkere kir, ku artêşa wî welatî li Iraq û Sûrîyê li dijî 5 binkeyên Ketayibên Hizbullahê êrîşên esmanî pêk anîye.

Li gor daxuyanîya Pentagonê, 3 ji wan binkeyan li Iraqê û 2 binke jî li nav axa Sûrîyê ne.

Pentagonê dîyar kir, ev êrîş weke bersivekê li hember êrîşa Ketayibên Hizbullahê bo ser binkeya serbazî ya K1 a hevpeymanan li Kerkûkê ye, di wê êrîşê de welatîyekî Amerîkî hatibû kuştin û 4 leşkerên din ên Amerîkayê û 2 leşkerên Iraqî birîndar bûbûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin