Iraq rêya asmanî û bejayî ya Tirkîyê digre

Iraq rêya asmanî û bejayî ya Tirkîyê digre

Wezareta Derveya Iraqê rêya asman û zemînî li rûyê tirkîye girt, heta wê dema ku Enqere sizaya encamderên êrîşa Sîdekan dide û lêpirsînê li gel wan da dike.

A+A-

Ehmed Sehaf Peyvdarê Wezareta Derveyê Iraqê ragihand: Dijî êrîşên artêşa tirkîye Wezareta Derveya Iraqê rêkeftina sala 2009 ya di navbera her du welatan hilweşandîye û muhletê jî nadin li derbasgehên zemînî û asmanî ve û tevahîya geştên berpirsên tirkîye bêne Iraqê û li nav wan da jî serdana Wezîrê Berevanîya tirkîye jî heye. Iraq ji bo berevanîkirina li mafên xwe, pişt bi yasayên navdewletî ve girêdide, lê belê hewla dîplomasîyê dikarin van alozîyan çareser bikin.

Sehaf dibêje: Du caran me Balyozê tirkîye li Bexda vexwendîye û du ya daştnameyên tund li ser êrîşên welatê wan pêşkêşkirîye ku serwerîya Iraqê binpêdikin û li rêya wan yadaştan daxwazê ji Hikûmeta Enqere kirîye, encamderên wê tawana navçeya Sîdekan eşkere bike û lêpirsînê li gel wan de bike ku bûne sedema wê yekê ku du efser û serbazekê artêşa Iraqê hatin kuştin.

Li dawîyê de Sehaf got: Fuad Hussein Wezîrê Derveyê Iraqê li dema peywendîya telefonîyên li gel welatên Erebî û bîyanîyan, palpiştîya xwe ji bo parastin yekperçeyî ya ax û serwerîya Iraqê dûpat kirine.

Rojeva Kurd

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin