Iraq: Em li dijî PKKê bo alîkariya Tirkiyeyê amade ne

Iraq: Em li dijî PKKê bo alîkariya Tirkiyeyê amade ne

Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî ji rayedarên Hikûmeta Tirkiyê re ragihand ku Bexda amade ye ku ji bo operasyona leşkerî ya li hember PKKê ya li Herêma Kurdistanê û deverên derdora wê, alîkariya Enqere bike.

A+A-

Li gorî nûçeyeke Rûdawê Rêveberê Ofîsa Ragihandinê yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ebdulmelîk Husênî got, "Serokê Parlamentoya Iraqê derbiriye ku ew hebûna hêzên çekdar li ser xaka Iraqê qebûl nakin û Iraq amade ye li dijî PKKê bi Komara Tirkiyeyê re hevkariyê bike."

 

Husênî herwisa li ser vê hevkariyê anî ziman ku ev karê hikûmeta Iraqê ye û me bi berpirsên Tirkiyeyê da zanîn ku berpirsên Iraqê bi erênî li vê meseleyê dinêrin.

 

Hat gotin ku Tirkiyeyê jî diyar kiriye ku ew piştgiriyê dide çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
 

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî di roja 15ê Adara 2018 de serdana Tirkiyeyê kiribû û bi rayedarên payebilind ên wî welatî re kom bûbû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin