Iraq: 20 parlamenter bi koronayê ketine

Iraq: 20 parlamenter bi koronayê ketine

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ragihand, li gor zanyarîyan heya niha 20 parlamenterên Iraqê bi vîrusa nû ya Koronayê COVID-19 ketine û dîyar kir, 6 kes ji wan parlamenteran bi xwe ew ji nexweşketina xwe agahdar kirine.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Mihemed Helbûsî ev yek roja bihorî di çavpêketineke televîzyonî de aşkere kirîye û ragihandîye, “şeş parlamente bi vîrusa koronayê ketine û wan bi xwe ji min re gotin.”

Helbûsî herwiha amaje bi wê yekê jî kir, ku “hin zanyarî hene ku hejmara tûşbûyên koronayê di nava parlamenteran de 20 kes e û tekez kir, hejmara karmendên tûşbû li parlamentoyê jî 28 kes e, ku di nava wan de rêveberên giştî û kesên têkildarîyê asayişê jî hene.”

Serokê Parlamentoya Iraqê amaje bi wê yekê kir, ku “hinek ji wan kesên li parlamentoyê bi Koronayê ketine, zêrevanên parlementeran û Pêşmerge ne” û tekez kir, “ji ber vê yekê zehmet e civîna parlamentoyê were lidarxistin.”

Wezareta Tendirustîya Iraqê jî roja Yekşemê ragihand, li Iraqê herî dawî 1 hezar û 646 haletên nû yên vîrusa koronayê û 87 rewşên mirina bi koronayê û 724 rewşên başbûnê hatine tomarkirin.

Li gor amarên fermî, heta niha li Iraqê 30 hezar û 868 kes bi koronayê ketine û 1100 kesan canê xwe ji dest dane û 13 hezar û 935 kes jî baş bûne.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin