Îranê  zevîyeke nû ya neftê dîtîye

Îranê zevîyeke nû ya neftê dîtîye

Serokê Îranê Hesenê Ruhanî dibêje Îranê zevîyeke nû ya neftê li başûrê welêt vedîtîye ku bêhtirî 50 milyar bermîl nift vedihewîne. Ev vedîtin wê berhemhênana Îranê ya neftê bi rêjeya 30% zêde bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Doh roja yekşemê 10-11-2019an Hesen Rûhanî ragihand li bajarê Yazd, dîtina zevîya neftê ragihand. Zevî li parêzgeha Xozistanê ye ku berê cihê girîng ê nefta welêt e.

Rûhanî got wê dora 53 milyar bermîlên din zêde bibin li berhema neftê ya ku berê 150 milyar bermîl e.

Ajansa nûçeya a nîv-fermî ya Îranê Fars ji ser zimanê Rûhanî ragihand ku gotîye: “Ez ji Koşka Spî re dibêjim, di van rojên ku we ceza dane ser firotina nefta Îranê, karker û endazyarên welêt karibûn 53 milyar bermîlên neftê bibînin.”

Daxuyanîya Hesenê Ruhanî di demekê de ku Îran rastî cezayên tund ên Amerîka dibe, piştî vekişîna dawî ji rêkeftina navokî ya Îranê li gel hêzên mezin ên cîhanê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin