Îranê jî nerazîbûn nîşanî pûla serdana Papa da

Îranê jî nerazîbûn nîşanî pûla serdana Papa da

.

A+A-

Îranê nerazîbûna xwe li hember dîzayna pûleke Papa Francis nîşan da ku nexşeya Kurdistana mezin li ser e.

Piştî serdana Papa Francis bo Iraq û Herêma Kurdistanê, çend pûlên bi wêneya Papa Francis ji aliyê Wezareta Veguhastin û Gihandinê ve ku nexşeya Kurdistana mezin li sere hatin çapkirin, ew yek bû cihê nerazîbûna Îran û Tirkiyê.

Berdevkê wezareta derve ya Îranê, Seîd Xetîb Zade dibêje, zelal û aşkere ewa ku belav bûye berovajî bingeh û rêkarên navdewletî ye ne dostane ye. Wan nerazîbûna xwe gihande hikûmeta Iraqê. Wî daxwaza nehiştina wê dîzaynê kir.

Duh Çarşemê Wezareta Derve ya Tirkiyê jî daxuyaniyek derbarê wê pûlê de belav kir û dibêje: Di nava wan pûlên ku bi boneya serdana Papa Francis de bo Iraq hatine çapkirin, pûlek hatiye dîtin ku nexşeyeke têde ye û çend parêzgehên Tirkiyê jî li xwe girtiye. Tirkiyê ev yek bi encamdana şaşîtiyê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve daye zanîn.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî got, ku ew ji nêzîk ve çavdêriya pêşhatên li Iraqê dikin û çavdêriya serdana Papa jî kirine. Li ser Pûla ku bi nexşeya Kurdistan û wêneyê Papa hatiye amadekirin got, ew berê jî li çend cihên cuda hatiye kirin lê karekî nerast û şaş e.

Bi gotina Çelîk, berê jî nexşeyeke bi vî awahî li Fransa derketibû, Ermenistan jî car caran dike, karê hinek navenda ye ku dijminatiya Tirkiyê dikin.

Li aliyê din Wezîrê Veguhastin û Guhandinê Ano Cewher di daxuyaniya xwe de ya derbarê mijarê de diyar kir ku ew pûl ji aliyê çend dîzayner û hunermendan ve hatine amadekirin û ew dîzayna destpêkê ne û hêj bi awayekî fermî biryar li ser nehate dayîn, lê dema ku bi fermî biryar li ser were dayîn, ew dê ligel nivîsa Kurdî nivîsên bi zimanê Erebî, Sûryanî û Tirkmenî jî lê zêde bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin