"Îranê hêzeke mezin anîye ser sînor"

"Îranê hêzeke mezin anîye ser sînor"

Ew navenda partîyên Rojhilatê Kurdistanê dibêje, Îran ji bilî ku navçeyên sînorî yên Hacî Omeran topbaran dike, hevdem hêzeke mezin jî anîye ser sînor û dibe ku ew hêzên Îranê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas bikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Navenda Alîkarîyê ya partîyên Rojhilatê Kurdistanê ku 4 partîyên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKA anku PDKÎ), Hizba Demokrata Kurdistanê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê têde endam in, derbarê topbarakirina navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê ji alîyê Îranê ve daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya partîyên Rojhilatê Kurdistanê de tê gotin, topbaranên Îranê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê berdewam in û ji bilî wan topbaranan, Komara Îslamî hêzeke zêde anîye ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, egera wê yekê heye ku ew hêzên Îranê sînorê Başûrê Kurdistabê derbas bikin.

Partîyên Rojhilatê Kurdistanê dîyar kirine, ew ne cara yekem e ku Îran bi hinceta lêdana hêzên Kurdî yên opozisyona xwe, bi top û mûşekan sînorê Herêma Kurdistanê û Iraqê derbas dike, lê dibêjin, “êrîşa vê carê piştî civîna hevbeş a wezîrên derve yên Tirkîyê û Îranê li Enqerê ye.”

Navenda Alîkaîyê daxwazê ji navendên biryarder ên cîhanê û navendên mafê mirovan dike ku li hember wan binpêkirinan bê helwest nebin û “ji bo rawestandina wan êrîşan dengê xwe bilind bikin.”

Ew navend ku ji 4 alîyên sereke yên Rojhilatê Kurdistanê pêk tê, daxwazê ji hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê jî dike ku li hember wan “destdirêjîyan”, nerazîbûna xwe nîşan bidin û daxwaz ji Tehranê bikin, ku rêzê li serwerîya welatê wan bigre.

Navenda Alîkarîyê tevî protestokirina wê êrîşê, tekez dike ku tekane rêya çareserîya pirsa Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê, rêçareya sîyasî ye û tekez dike, “êrîşên serbazî tenê rewşê aloztir dike” û zîyaneke mezin dikîhîne xelkê.

Rojên Sêşem û Çarşemê 16 û 17ê Hezîrana 2020an, hêzên Îranê gundê Alane li sînorê bajarokê Hacî Omeranê topbaran kirin.

Her li ser wan topbaranan, duh Pêncşemê Wezareta Derve ya Iraqê, Balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescidî bangî wezaretê kir û nameyeke nerazîbûna tund a Iraqê da wî.

Di wê nameya nerazîbûnê de, Iraqê daaxwaza rawestandina êrîş û topbarana sînorên xwe ji Îranê kirîye û tekezî li ser wê yekê kirîye ku divê Tehran rêzê li serwerîya Iraqê bigire.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin