Îranê careke din sînorê Herêma Kurdistanê topbaran kir

Îranê careke din sînorê Herêma Kurdistanê topbaran kir

.

A+A-

Supaya Pasdaran a Îranê, îro careke din êrişên xwe bo ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dest pê kir û çend navçeyên sînorî topbaran kir.

Bo roja duyem li ser hev, topxaneyên Îranê gundê Berbizîn li navçeya Sîdekanê ya parêzgeha Hewlêrê topbaran kirin.

Peyamnêrê Rûdawê li navçeya Soranê, Bextiyar Qadir ragihand, êrişa Îranê bo ser navçeyê ji saet 12:00 ve destpê kiriye.

Partiya Demokrata Kurdistanê  (PDK) li ser twittera xwe daxuyaniyeke saziya Fermandariya Pêşmerge yaw ê partiyê belav kir û piştrast kir, ku Îranê careke din navçe bi firoke û topan bombebaran kiriye.

PDKÎ ragihandiye: “Saziya Femandariya Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê di daxuyaniyelê de ragihand, îro 10ê Îlona 2021an, careke din rejîma îslamiya Îranê hejmarek navçe yên Sîdekan, Çoman û Hecî Omeran topbaran kir.”

PDKÎ herwiha got, tevî topbarankirina deverê, firokeyên bê firoekvan jî li esmanê deverê dizivirin.

Muxtarê Gundê Berbizîn, Mihemed Mecîd ji Rûdawê re ragihand: “Heyamê demjimêrekê ye topxaneyên Îranê dest bi topbarankirina bilindahiyên gundê Berbizîn kirine, lê di topbaranê de ziyanên canî û madî nebûne.”

Mihemed Mecîd herwiha diyar kir, navçeya ku Îran ji doh ve topbaran dike, cihê pez û heywanan e û ji ber wê xelk nikarin biçin nav erd û kasiya xwe bikin.

Li gor agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, dema heftiyekê dibe ku Supaya Pasdaran a Îranê li bilindahiyên Dolmeydan  a qezaya Şino ya Rijhilatê Kurdustanê topxaneya xwe bicih kiriye û ji wê derê ve topan diavêje nav axa Başûrê Kurdistanê.

Îranê, piştî ku di van rojên dawî de, du caran gefa êrişkirina ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwar, daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê kir ku ji navendên wan partiyan dûr bikevin û doh dest bi topbarankirin û bombebarankirina deverên Balekayetî û Biradost kir.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin