Îran navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike

Îran navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike

.

A+A-

Topxaneya Îranê çend navçeyên devera Balekayetî û sînorê nahiya Sîdekanê yên Herêma Kurdistanê topbaran dike.

Rêveberê Nahiya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihand, îro 9ê Îlonê li danê sibê topxaneya Îranê bo heyama nîv demjimêrê bi giranî gundê Telan û zozanên Berbizîn û Bin Reşkînê li sînorê Sîdekanê topbaran kirin.

Derbarê ziyanên topbaranê de, Rêveberê Nahiya Sîdekanê got: “Heta niha ziyanên wê topnaranê nayin zanîn.

Ji aliyekî din ve jî, peyamnêrê K24ê li wê herêmê da zanîn, topxaneya Îranê gundê Welaş yê li devera Balekayetî topbaran kir. Di dema topbaranê de jî firokeyên çavdêriyê yên Îranê li asman digeriyan.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, Îranê di vê êrîşê de drone bi kar anîne û droneyan jî xwe di armancan de teqandin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin