Îran daxwaza derxistina partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê dike

Îran daxwaza derxistina partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê dike

.

A+A-

Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, opozisyona Îranê û partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji Herêma Kurdistanê bike derê û hişyarî da, eger Bexda vê yekê pêk nehîne, Tehran dê pêşwext êrişî wan grûpan bike.

Wezîrê Derve yê Iraqê, Fuad Hisên ku serdana Îranê kiriye, roja Sûşemê 10ê Tebaxa 2021 li Tehranê bi Sekreterê Encûmena Niştimanî ya Îranê, Elî Şemxanî re civiyaye.

Li gor medyaya fermî ya Îranê, Elî Şemxanî di civîna li gel Fuad Hisên de behsa hebûna “grûpên çekdar ên dijberê Îranê” li Herêma Kurdistanê kiriye û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye, di derkirina wan frûpan ji Kurdistana Iraqê de hewlên ciddîtir bide.

Şemxanî ji Fuad Hisên re ragihandiye, Tehran dê êrîşên pêşwext li dijî komên opozisyonê yên li Herêma Kurdistanê pêk bîne, eger ku Bexda van koman dernexe.

Sekreterê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê, ji Wezîrê Derve yê Iraqê re gotiye, “Îran ji hikûmeta Iraqê dixwaze ku ji bo derxistina van komên [dijber] ji Kurdistana Iraqê karên ciddîtir bike, daku Îran neçar nebe ji bo pêşîgirtina li berdewamiya şeraniya terorîstên çekdar li Kurdistana Iraqê pêngavan bavêje.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên di hevdîtinê de ragihand, “Iraq dê bi tundî rûbirûyî her kom û tevgerekê bibe ku bixwaze axa Iraqê xirab bikar bîne û ewlekariya Îranê tehdîd bike.”

Ev gefa Îranê tenê çend rojan piştî wê hat, ku Hizba Demokrat a Kurdistanê, yek ji aliyên dijber ên Îranê ku niha li Herêma Kurdistanê ye, Tehran tohmetbar kir ku yek ji endamên wê di odeya hotêlekê de li Hewlêrê kuştiye.

Endamê Komîteya Navendî ya HDKê, Mûsa Babaxanî roja Şemiyê 7ê Tebaxa 2021 li Hewlêrê di hotêlekê de kuştî hatibû dîtin. Babaxanî 22 salan pêşmergetî kiribû.

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji sala 1983an ve û piştî ku Komara Îslamiya Îranê dest bi ser navçeyên rizgarkirî yên Rojhilatê Kurdistanê de girt, binke û baregehên xwe veguhastin û li Başûrê Kurdistanê bicih bûn.

Ew partiyên dijberê sîstema Îranê, bi salan e ku ji ber rewşa hesas a Başûrê Kurdistanê, çalakiyên xwe yên çekdarî li dijî Îranê rawestandine.

Lê tevî wê çendê, Komara Îslamiya Îranê gelek caran endam û binke û baregehên wan partiyan kiriye armancên êrişên xwe.

Şemxanî û Fuad Hisên di hevdîtina roja Sêşemê de têkildarî pêwendî û rêkeftinên Bexda-Tehranê jî gotûbêj kirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin