Îran daxwaza avakirina dibistanên Sûrîyê dike

Îran daxwaza avakirina dibistanên Sûrîyê dike

Wezîrê Perwerdê yê Îranê ragihand, welatê wî amade ye dibistanên li Sûrîyê ji alîyê teroristan ve hatine wêrankirin, dubare ava bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Perwerdê yê Îranê Muhsên Hacî Mîrzaî duhî bi serdanekê gihîşt Şamê û ji rojnamevanan re ragihand, Îran amade ye dibistanên Sûrîyê yên hatine wêrankirin dubare ava bike.

Ji alîyekî din ve, ajansa “IRNA” a Îranî ragihand, hevkarîya dualî di navbera Îran û Sûrîyê de di warê perwerdê de ji bo danîna çandeke hevbeş di navbera herdu gelan de ye, ji bo vê armancê jî Îran amade ye dibistanên Sûrîyê dubare ava dike.

Hebûna Îranî li Sûrîyê di warê serbazî de bû, ku mîlîşyayên girêdayî Supaya Pasdarên Îranê piştevanîya Serokê Sûrîyê Beşar Esed di şerê li dijî opozîsyona Sûrîyê de dikin, lê ji du salan ve Îran hewl dide beşdarî proseya avedankirina Sûrîyê bibe.

 K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin