Îkbal Durre: Rêveberîya Rojavayê Kurdistanê alîyê xwe dîyar kir

Îkbal Durre: Rêveberîya Rojavayê Kurdistanê alîyê xwe dîyar kir

Pisporê peywendîyên navdewletetî Îkbal Durre ji Rûdawê re axivî: Kurdên li Rojava hewl didan ku di navbera xwe û hêzên li wê derê de ne hevsengîyeke hebe, lê piştî vê rêjkevtinê bi zelalî alîyê xwe dîyar kir.

A+A-

Pisporê peywendîyên navdewletetî Îkbal Durre ragihand ku Rêveberîya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, bi îmzekirina rêkevtina ligel kompanîya Delta Crescent Energy a Amerîkî di warî petrolê de alîyê xwe dîyar kir ku xwe nêzîkî kê bike.

Pisporê peywendîyên navdewletetî Îkbal Durre ji Moskowê beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî rêkevtina di navbera Rêveberîya Xweser û Kompanîya Delta Crescent Energy a Amerîkî de û helwesta Rûsyayê di vê mijarê de çi ye axivî.

Îkbal Durre dîyar kir ku piştî peywendîyên leşkerî yên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê destpêkirina hevkarîya aborî, ji bo pêgeha Kurdan a li Sûrîyê, pêşhateyeke girîng e û wiha pê de çû: “Lê bila neyên jibîrkirin ku vê yekê hinek metirsîyên xwe jî hene. Kurdên li Rojava hewl didan ku di navbera xwe û hêzên li wê derê de ne hevsengîyeke hebe, lê piştî vê rêjkevtinê bi zelalî alîyê xwe dîyar kir. Hinek sûdê wê hene. Dîyar bû ku Amerîka li wê derê mayînde dibe.”

Derbarê helwesta Rûsyayê ya têkildarî rêkevtinê de jî Durre got: “Rûsyayê nerazîbûna xwe nîşan daye. Nûnerê Rûsyayê yê li herêmê derbarê vê yekê de daxuyanî da. Ew daxuyanîya fermî ya Rûsyayê te wateya ku ew bi erenî pêşwazî li wê rêkevtinê nakin. Hemû kes dizane eger Amerîka weke leşkerî li cihekê bimîne dixwaze di warî aborî de ji wê derê kontrol bike. Rûsya li hemberî vê yekê nerazî ne lê ew tiştek bû ku pêşbînî nedkirin. Rûsya dikare ligel her alîyê ku petrola derbixwe bixebite. Heta ku kompanîyên Rûsyayê dikare bi petrola ji wê derê tê derxistin bibe navbeynkar.”

Li ser pirsa “Eger peymanên Rûsya ser bigrin, dibe ku ji Tirkîyê bixwaze ji Efrîn û Serê Kanîyê û Girêspî derkeve?” Durre wiha axivî: “Ez ne di wê bawerîyê de me ku di demeke nêzîk de Rûsya daxwazê ji Tirkîyê bike ku ji herêmê derbikeve. Bêguman Rûsya dixwaze Tirkîye ji herêmê derbikeve, lê Tirkîye dernakeve.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin