IHD zêdetir ji 7200 binpêkirinan û 220 haletên mirinê tomar dike

IHD zêdetir ji 7200 binpêkirinan û 220 haletên mirinê tomar dike

.

A+A-

 Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan, raporta binpêkirinên mafên mirovan li 23 bajarên Bakurê Kurdistanê yên sala 2023 eşkere kir. Berpirsên Komeleya mafên mirov didin xuyakirin, neçareserkirina pirsa Kurd û siyaseta ewlekarî, dibin sedemê berdewamiya binpêkirinan ku bi giştî zêdetirî 7200 binpêkirin hatine tomarkirin.

Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirov (ÎHD), raporta binpêkirinên li 23 bajarên bakurê Kurdistanê yên sala 2023 aşkere kir ku ji ber şer û pevçûn heta mafên jinan û zarokan zêdetirî 7200 binpêkirinan encam dane.

BINPÊKIRINÊN LI BAKURÊ KURDISTANÊ (2023):

BINPÊKIRINÊN MAFÊN JIYANÊ:

28 kesan xwe kuştine û 48 mirin biguman in

6 kes bi teqekirina hêzên ewlekarî hatine kuştin

7 kuştinên kujer nediyar hene ku 1 ji wan siyasî ye

9 polîsan xwe kuştine yan jî mirina wan biguman e

12 siyasetmedar û 7 rojnamevan birîndar bûne

OPERASYONÊN NAVXWE Û DERVE Û BINPÊKIRIN:

Di şer û pevçûnan de 66 polîs û leşker hatine kuştin. Herwiha 116 endamên PKKê jî hatin kuştin

34 caran herêmên taybet û qedexe hatine ragihandin

3 termên endamên PKKê radestî malbatên wan nehatine kirin.

1809 welatî hatin binçavkirin ku 64 ji wan zarok in

304 welatî hatin zîndankirin ku 4 ji wan zarok in

Her wiha 951 êriş bi ser mal û kargehan de hatine kirin.

LI ZÎNDANAN:

6 nexweş mirine, 2 kes jî di binçavkirinê de mirine

REWŞA JIN Û ZAROKAN:

46 jin yan bi destê xizm û malbatê yan jî li kolanan hatine kuştin

7 zarok hatin kuştin û fişarên ser saziyên jinan zêde bûne

BÛYERÊN ÊŞKENCEYÊ:

7 kesan di binçavkirinê de eşkence dîtine

182 kes li mal û li kolanan de rastî êşkenceyê hatine

77 kes jî di zîndanan de rastî êşkenceyê hatine

BINPÊKIRINÊN AZADIYA DERBIRÎNÊ

7 pirtûk hatine komkirin û 3 çapxane rastî êrîşan hatine

1284 kes hatine lêpirsînkirin û ji wan 29 kes hatin sizadan

3 partiyên siyasî rastî êrîşan hatine

133 civîn û çalakî yan hatine qedexekirin yan jî hatine astengkirin

Di raportê de her wiha tê gotin, berdewaniya şer û pevçûnan, neçareserkirina pirsa Kurd û siyaseta ewlekarî dibe sedemê berdewamiya binpêkirinên mafên mirovan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin