Îdîaya li Geverê hêzên ewlehiyê du parêzer derb kirin

Îdîaya li Geverê hêzên ewlehiyê du parêzer derb kirin

.

A+A-

 Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê di Fermandariya Leşkerî ya Geverê de êrîşî parêzerên bi navê Harîka Guney Karataş û Tevfîk Gunduz kirin û li wan dan.

Baroya Colemêrgê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke niviskî belav kir û tê de dibêje: “Endamên baroya me parêzer Harîka Guney Karataş û Tewfîk Gunduz dema ku bo parastina miwekilên xwe li Fermandariya Leşkerî ya Geverê bûn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve heqaretên giran û êrîşa fîzîkî bo ser wan hatiye kirin.”

Baroya Colemergê di daxuyaniya xwe de diyar dike ku piştî êrîşkirinê, serbazan li hevalên wan dane û ew bi zorê derxistine derveyî qereqolê.

Baroya Colemergê got: “Bi agahdarbûna êrîşê em yekser bi hinek hevalên xwe re çûne Serdozgeriya Geverê û me ligel Serdozgerê Komarî yê Geverê hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de me got: êrîşeke bi vî awayî nayê qebûlkirin û em ê di her pêvajoya darazê de beşdarî vê mijarê bibin. Her li ser vê mijarê hemû parêzerên li Colemêrgê nerazîbûnên xwe nîşan dan û rojekê beşdarî îfade wergirtinên neçarî nebûn. Em bi vê helkeftê ji raya giştî re radigihînîn, em bi hevalên xwe re ne yên ku rûbirûyê êrîşê bûne, em ê li dijî wan kesan gilî tomar bikin û ji êrîşa dijî parastinê re bêdeng namînin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin