Îddia: Tirkiyeyê operasyona Tel Rifatê da destpêkirin!

Îddia: Tirkiyeyê operasyona Tel Rifatê da destpêkirin!

Medyaya Tirkiyê ragihand ku operasyona artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê ya li ser navçeya Til Rifet a ku dikeve bakurê Helebê dest pê kiriye.

A+A-

Li gor nûçeyan medya Tirkiyê  10 hezar milîsên ASAyê bi piştevaniya artêşa Tirkiyê berê xwe dane navçeya Til Rifetê.

 

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên li navçeya Til Rifet, milîsên ASAyê du roj beriya niha ji xelkê sivîl re gotine ku ji wê navçeyê derbikevin û ew ê li wê navçeyê jî dest bi êrîşan bikin.

 

Heta niha di derbarê şer û pevçûnan de ti zanyariyek nehatiye belavkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin