Hultqvist: Bingeha pirsgirêkê dagirkerîya Tirkîyê ye!

Hultqvist: Bingeha pirsgirêkê dagirkerîya Tirkîyê ye!

Gereke kurd jî tevlî gotûbêjên ji bo çareserîya Sûrîyê werine kirin. Ev daxwaza Wezîrê Parastinê yê Swêdê Peter Hultqvist e.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Endamên NATO îro li Brukselê li hev dicivin û yek ji mijarên di civînê de êrîşa Tirkî ya li hemberî rojavayê Kurdistanê, bakurê Sûrîyê ye. Herçend Swêd ne endamê NATO ye, lê hevkarîyeke xurt a Swêd bi NATO re û nexasim bi gelek dewletên endam re heye. Lewra ji bo hevdîtinan bi hempîşeyên xwe re pêk bîne Wezîrê Bergirîyê yê Swêdê Peter Hultqvist jî diçe Brukselê.

Û duh, berya çûna xwe, bernameya StuioEtt ya Radyoya Swêdê hevpeyvînek bi Hultqvist re kir. Xala sereke ya hevpeyvînê êrîşa Tirkî ya li hemberî rojvayê Kurdistanê û helwesta Amerîka bû.

Hultqvist got:

– Berîya her tiştî divê em destnîşan bikin ku Tirkî li dijî heq û hiqûqên navneteweyî bakurê Sûrîyê dagir kirîye. Bi min gereke kurd jî tevlî gotûbêjên çareserîyê werine kirin, lê bingehê pirsgirêkê dagirkerîya Tirkîyê ye, hemû hewldanên çareserîyê yên bêyî îşaretkirina vêya wê tenê wek hewldan bimînin.

– Kurd hevpeymanek xurt ên Amerîka bûn. Li herêmê pênc salan tev de kar kirin û kurdan di şerê hemberî Daişê de 10 000 windahî dan. Ev yek amerîkîyan jî gelek caran destnîşan kirine. Bi helwesta amerîka ya ji nişkê ve rê li ber Tirkî vebû û ev gelek pirsan bi xwe re tîne. Ev êrîşa Tirkîyê rê li ber struktureke nû li Rojhilata Navîn vedike. Rola Rûsya, rejima Esad û Tirkî tê guhertin, xwin bi Daişê tê û ev dikare tesîrê li gelek herêmên din ên cîhanê bike.

– Di nav NATO de jî nerazîbûn hene. Gelek endamên NATO embargoya firotina çekan danîne ser Tirkî. Gereke mirov li ser giringîya heq û hiqûqê navneteweyî bisekine bê dewlet çawa tev bigerin. Û ev dagirkerîya Tirkî vî hiqûqî binpê dike.

Ji bo guhdarkirina vê nûçeyê bitikînin.

Çavkanî: Sveriges Radio

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin