HSDê: Kawayê Hesinkar ne endamê PYDê bû û qonaxeke nû dest pê dike

HSDê: Kawayê Hesinkar ne endamê PYDê bû û qonaxeke nû dest pê dike

Birêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî li ser ruxandina peykerê Kawayê Hesinkar ê li Efrînê nivîsî û got "ew ne endamê PYDê bû" û got: ""Berxwedana Efrînê dikeve qonaxeke nû û dê berdewam bike."

A+A-

Piştî ku hat ragihandin ku Artêşa Tirkiyeyê û komên Artêşa Sûriyeya Azad îro ketine Efrînê, hinek dîmen derketin ku hêzên Tirkiyeyê û wan koman peykerê Kawayê Hesinkar ê ku wek sembola Newrozê tê zanîn ruxandiye.

Reutersê di nûçeya xwe de ya ku dispêre Navenda Ragihandinê ya Efrînê de dibêje ku hêzên Tirkiyeyê û komên pê re yên "dijberiya Sûriyeyê" peykerekî çanda kurdî li navneda bajarî xistiye."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "ruxandina peykerî binpêkirineke berbiçav a çanda gelê kurd û dîroka wî ye".

Birêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî li ser rûpela xwe ya Facebokê behsa dîroka çêkirina vî peykerî dike û dibêje:

" Baş nayê bîra min lê sala 2015an an 2016an bû, şaredariya Efrînê peykerê Kawayê Hesinkar ji destpêka bajarî rakir ji bo ku wî bi vî peykerî biguherîne, ji ber şaşiyên teknîkî di wî peykerî de hebûn. "

Balî dibêje ku wê çaxê rakirina wî peykerî ji aliyê hinek kesên ku bi kurdî diaxivin û girêdayî van koman ve hat rexnekirin û her kesî wê çaxê îdîa kir ku dê radestî hikûmeta Sûriyeyê bikin û wiha dewam dike: "Lê ev peyker, Kawayê Hesinkar ê ku ji aliyê hevalbendên wan kurdan ve tê ruxandin ku ne hewce ye em bibêjin ku ne endamekî PYDê bû ku wek ew hewl didin bibêjin şerê wan li dijî vê partiyê ye."

Herwiha Balî rexneyan li ENKSê digire û dipirse bê gelo dê "dilgiraniya xwe li ser ruxandina vî peykerî derbibin an na".

Di dawiyê de Balî got: "Berxwedana Efrînê dikeve qonaxeke nû û dê berdewam bike."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin