HSD: Hêzên me 96 terorîst girtin

HSD: Hêzên me 96 terorîst girtin

.

A+A-

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di hema borî de hêzên wan “96 terorîst” desteser kirine.

HSDê bi daxuyaniyekê amarên meha borî ya girtina grûpên çekdar li deverên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê belav kirin.

HSDê diyar kir ku hêzên wan di meha borî de 58 endamên şaneyên nivistî yên “grûpên terorîst” li deverên cuda yên bakurê rojhilatê Sûriyê girtine, 38 ji wan ser bi DAIŞê bûne û li Kampa Holê hatine girtin.

Li gor daxuyaniya HSDê: "Grûpên terorîst ligel DAIŞê meha Nîsanê 38 kiryarên terorîstî kirine, di heman demê de HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî 96 çekdarên DAIŞê li wan deveran desteser kirine.”

Derbarê bombebarankirina deverên bakurê rojhilatê Sûriyê de ji aliyê Tirkiyê ve, HSD di daxuyaniya xwe de dibêje: "Di meha borî de Tirkiyê 344 caran rêkeftina 17ê Cotmehê binpê kiriye û artêşa Tirkiyê 54 caran deverên bakurê Heleb û Efrînê bombebaran kirine û 19 Sivîl jî girtine.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin