HSD: Em ê hefteya bê serkeftinê beramber DAIŞê ragehînin

HSD: Em ê hefteya bê serkeftinê beramber DAIŞê ragehînin

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku, heftiya bê ew ê serkeftina li ser rêxistina DAIŞê rabigihînin.

A+A-

Fermandeyê Hêzên Sûriya Demokratîk, Mezlûm Kobanî girtevîdyoyek belav kir.

Di girtevîdyoyekê de fermandeyê HSD Mezlûm Kobanî ragihand ku, hêzên wan roja Pêncşema bêyî dê DAIŞê li dawî pêgeha wan ji nav bibin û serkeftina dawî  rabigihînin.

Weke tê zanîn, HSDê DAIŞ li dawîn baregehên wan dorpêç kiribû û ji ber ku DAIŞê welatiyên sivîl weke mertal bikar dianîn pêşî, pêvajoya derxistina sivîlan ji herêma dorpêçkirî dabûn destpêkirin. Dûvre bi hezaran sivîl jê derxistibûn û DAIŞiyan jî xwe radestî HSDê kiribûn.

Digel vê, HSDê ragihandibû 24 şervanên wan jî ji dest DAIŞiyan hatin rizgarkirin. Herwiha di nav rizgarkirîyan de xelkê Êzidî hebûn. Lê mixabin hatibû ragihandin DAIŞiyan 50 jinên Êzîdî serjêkirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin