HSD: Em amade ne bi hêzên ereban re kar bikin

HSD: Em amade ne bi hêzên ereban re kar bikin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, hêzên HSDê amade ne bi hêzên Erebî re kar bikin, heger hatin li şûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bicih bûn.

A+A-

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di hevdîtinekê de bi rojnameya “El-Şerq El-Ewset” re li ser egera vekişîna hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ragihand, ew bi Nûnerê Serokê Amerîka Brett McGurk re civiyan, ta niha biryareke fermî ji bo vekişîna hêzên Amerîkî nîn e.

Mezlûm Ebdî derbarê egera hatina hêzên welatên Erebî li şûna cihê hêzên Amerîkî de got, heger ew hêzên Erebî di bin sîwana Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de bên, ew amade ne kar pê re bikin.

Li ser gefa Tirkiyê a destpêkirina operasyona Minbicê, Ebdî aşkere kir jî, di Buhara 2016an de û berî destpêkirina operasyona Minbicê ji aliyê Encûmena Leşkerî ya Minbicê ve, serkirdeyên Encûmena Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced û Ebû Leyle li binkeya Incirlîka Tirkiyê bi aliyê Tirkî û Amerîkî re civiyan û di wê civînê de hat xwastin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo rizgarkirina Minbicê beşdar be û aliyê Tirkiyê jî razî bû.

Fermandarê Giştî yê HSDê da zanîn jî, hêzên wan yên sînorparêz ku ji 30 hezar şervan pêk tê, dest bi karê xwe kiriye û li ser sînorê bi Tirkiye, Iraq û hêlên bi hêzên rêjîma Sûriyê re hatine belavkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin