HRW: Tirkîyê bi operasyonên xwe jîyana sivîlan xistîye metirsîyê

HRW: Tirkîyê bi operasyonên xwe jîyana sivîlan xistîye metirsîyê

HRW ragihand, êrîşn asmanî yên Tirkîyê bo ser PJAKê li nav sînorê Herêma Kurdistanê bûye sedem ku sivîl bibin qurbanî. HRW herwiha dibêje, “nedibû çekdaran jîyana sivîlan bixin metirsîyê û Tirkîye jî ji bo parastina sivîlan divê tedbîran bigire.”

A+A-

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) derbarê êrîşên asmanî yên Tirkîyê yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de raportek weşand.

Di raportê de behsa êrîşa Tirkîyê ya li Kune Masîyê û herwiha Şêladzê tê kirin, xwe de HRW amaje bi êrîşa Tirkîyê ya li navçeya geştyarî ya Kune Masîyê ya ser bi parêzgeha Silêmanîyê dike û dibêje, di wê êrîşê de welatîyêên sivîl birîndar bûne.

Di raportê de wiha hatîye gotin: “Di êrîşa 25ê Hezîrana îsal de endamekî Partîya Jîyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û 3 çekdarên din jî birîndar bûn, lê heman êrîş bi kêmanî bûye sedema birîndarbûna 6 kesên din ên sivîl û wêranbûna navçeya geştyarîya Kune Masî li navçeya Şarbajêr a Herêma Kurdistanê.”

Ew rêxistina navdewletî amaej bi wê yekê dike, ku Tirkîye di êrîşên asmanî yên bo ser grûpên çekdar de li Herêma Kurdistanê “nekarîye rêkarên pêwîst werbigire, jibo ku qurbanîyên sivîl kêm bike.”

Lêkolînvana HRW a warê krîz û milmilanîyan, Belkis Wille ragihandîye, êrîşên asmanî yên Tirkîyê bo ser pêgehên çekdarên opozisyonê li navçeyeke geştyarî ya Herêma Kurdistanê bûne sedema birîndarbûna xelkê sivîl bi şêweyekê dijwar û egera birîndarbûna hejmareke zêdetir a xelkê sivîl bêtir bûye.

Belkis Wille daye xuyakirin: “Di operasyona Tirkîyê ya li dijî çekdarên opozisyonê li cihekî geştyarî, gelek sivîl birîndar bûn, dibû ku hejmareke zêdetir a sivîlan jî zirarê bibînin.”

Wille herwiha dîyar kirîye, di demekê de ku nedibû çekdaran jîyana sivîlan xistiba metirsîyê , hevdem “pêwîst e Tirkîye hemû tedbîrên pêwîst ji bo kêmkirina metirsîyan li ser jîyana xelkê sivîl werbigre.”

Welatîyekî Kune Masîyê yê bi navê Salar Mihemed Salih ku 45 salî ye, ji HRW re ragihandîye di êrîşa roja 25ê Hezîranê de di dikana pismamê xwe Keywan Kawa Salih de ku tenê çend xûlekan ji cihê geştyarîyê dûr e, bûye.

Li gor raporta HRW, derdora demjimêr 17:15 heman rojê hevjîna Salih a 30 salî Peyman Talib Tahir li gel du zarokên xwe yên 6 û 7 salî di dikanê de bûn, ku kamyoneteke bi rengê spî 20 metran dûrî dikanê disekine û kesekî sivîl ji kamyonê dadikeve û diçe dikanê û 3 kes jî li tenişt kamyonê dimînin.

Salih dîyar kir, zilam hêk kirîn û bi gotina rêya me dûr e, ji Keywan xwast wan têxe di nayloneke plastîk de.

Salar Mihemed Salih ji HWR re gotîye ku wî ji şêweya axavtina wî kesî re zanîye ku ew kesekî Îranî ye û dîyar kirîye, ji bilî endamên PJAKê ti kesên Îranî li deverê tune ne. Salar Mihemed Salih herwiha daye xuyakirin, ku ew dizane veşartgeheke PJAKê bi dûrîya 40 kîlometran ji Kune Masîyê heye, lê belê yekem car bûye ku wî endamên PJAKê di nav gund de dîtine.

Salar ragihandîye, dema ew ji dikanê derketîye, ew kesê din ê bi cilûbergê sivîl hêj li dikanê mabû û çend xûlekan paşê di demjimêr 17:32 de wî dît ku roketek li kamyonê û roketa duyem jî li dikanê ket.

Salar tekez kirîye, di encama êrîşê de kesê ku li dikanê hêk kirîbûn, hat kuştin û 3 kesên din ên li tenişt kamyonê jî birîndar bûn.

Di şeş mehên bihorî yên îsal de, bi sedema topbaran û herwiha bombebaranên balafirên şer ên Tirkîyê û Îranê, bi sedan hektar zewî û rezên gundîyên Başûrê Kurdistanê şewitîne û zêdetirî 15 hemwelatîyên sivîl jîyana xwe ji dest dane.

Partîya Jîyana Azad a Kurdistanê (PJAK) pêştir têkildarî êrîşa Tirkîyê ya bo ser Kune Masîyê ragihandibû, di êrîşê de gerîlayeke wan hatîye kuştin û 3 gerîlayên wan jî birîndar bûne.

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) herwiha amaje bi êrîşa li Şêladzê jî kirîye û dîyar kirîye, 6 roj berî êrîşa li Kune Masî, di êrîşa artêşa Tirkîyê ya bo ser bajarokê Şêladzê ya ser bi qezaya Amêdîyê ya Duhokê ve, 3 welatîyên sivîl jîyana xwe ji dest dane.

HRW têkildarî wê êrîşê ku li gundê Sîda pêk hatibû, bi welatîyekî 55 salî yê bi navê Mehdî Rêkanî re axivîye û wî gotîye, “kesên ku di êrîşê de jîyana xwe ji dest dan, karkerên înşaatê bûn.”

Mehîd Rêkanî herwiha gotîye, kurê wî yê 26 salî Azad Mehdî û du hevalên wî yên 28 salî yên bi navê Muxlis Adem û Deman Omer, roja 19ê Hezîranê ji bo pîknîkê çûbûne gundê Şajî ya ser bi Şêladzê.

Rêkanî dîyar kirîye, ew bi kurê xwe re bi telefonî axivîbû û kurê wî di navbera demjimêr 10:00 ta 11:30 otomobîla xwe li derveyî gundê Sîda park kiribû.

Wî destnîşan kirîye, dema ku kurê wî û du hevalên wî ji otomobîl daketine xwarê, rasatî êrîşe asmanî hatine.

Artêşa Tirkîyê bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê, gelek caran deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran an bombebaran dike.

Artêşa Tirkîyê ji 15ê Hezîrana îsal ve operasyonên nû li dijî PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê û bi taybet li devera Heftenînê li sînorê parêzgeha Duhokê dest pê kirîye, ku heta niha berdewam e.

Di operasyonên wê dawîyê yên Tirkîyê de, li sînorê Şêladzê û Kanî Masê yên ser bi parêzgeha Duhokê ve pênc welatîyên sivîl jîyana xwe ji dest dane.

Tevî nerazîbûnên Iraqê û Herêma Kurdistanê, Tirkîye tekez dike heta gef û metirsîyên PKKê bo ser sînor û ewlehîya wê berdewma bin, operasyonên wan dê berdewam bin.

 Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin