HRW: Li Efrînê 604 sivîl hatine kuştin, 7 hezar û 243 jî hatine revandin

HRW: Li Efrînê 604 sivîl hatine kuştin, 7 hezar û 243 jî hatine revandin

.

A+A-

Rêxistina Navdewletî ya Şopandina Mafên Mirovan (HRW) raporek li ser 10 saliya şerê navxweyî yê Sûriyê belav kir.

Li gorî rapora HRWê li Efrînê 604 sivîl hatin kuştin, 7 hezar û 243 kes hatin revandin, 300 hezar kes koçber bûne.

Herwiha ji aliyê komên çekdar ên digel artêşa Tirkiyê 18ê Adara 2018an Efrîn dagir kirine ve 314 hezar û 400 darên zeytûnan hatine birîn, 28 xanî û cih hatine hilweşandin û 14 avahiyên olî yên pîroz hatine ruxandin.

Lêkolera HRWê Sara Kayyalî li ser hurgiliyên raporê gotiye, “Niha bakurê rojhilatê Sûriyê di bin kontrola Kurdan de ye, lê bi giştî Kurd li wir jî ne di rewşeke baş de ne. Ji aliyekî ve Tirkiye wan wekî teror dibîne ji aliyê din ve jî rejîma Sûriyê dixwaze parçe parçe wan deveran bixe jêr kontrola xwe.”

Kayyalî ji Rûdawê re gotiye, ji parastina gelên herêmê divê Amerîkaya hevpeymana Kurdan erkên xwe bicih werîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin