HRW daxwaza şandina alîkarîyên tenduristî bo Rojavayê Kurdistanê dike

HRW daxwaza şandina alîkarîyên tenduristî bo Rojavayê Kurdistanê dike

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî dike, biryara rawestandina derbaskirina alîkarîyên mirovî bo Rojavayê Kurdistanê hilweşîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Rêvebirê Beşê Milmilane û Krîzan di HRW de Gerry Simpson Ragihand, bi belavbûna vîrusa Korona li seranserî cîhanê re, divê serkirdeyên cîhanê rê bidin alîkarî û tîmên tenduristîyê bigihînin navçeyên ku pêwîstîya wan bi alîkarîyan heye.

Da zanîn jî, du milyon kes li bakurê rojhilatê Sûrîyê asê mane û keresteyên pêwîst ji bo rûbirûbûna vîrusa Korona li wê navçeyê peyda nabin.

Gerry Simpson daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir, biryara rawestandina derbaskirina alîkarîyên mirovî di derîyê Til Koçer re bo Rojavayê Kurdistanê hilweşîne û rê bide ku alîkarî di wê derî re derbas bibin.

Ji sala 2014an ve li gor biryareke navdewletî re, alîkarîyên mirovî di 4 derîyên sînorî re derbasî Sûrîyê dibûn û 4 milyon Sûrî sûdê ji werdigirin. 2 derî bi Tirkîyê re, derîyek bi Urdinê û derîyê Til Koçer bi Iraqê re bû, ku di wî derî re alîkarî derbasî Rojavayê Kurdistanê dibû.

Di bin fişara Rûsyayê de, Encûmena Asayişa Navdewletî di meha Çileya bûrî de, derbaskirina alîkarîyên mirovî bo Sûrîyê ji 4 derîyên sînorî daxist tenê di 2 derîyan re hîşt, ew herdu derî jî tenê di Tirkîyê re ne û derîyê Til Koçer a bi Iraqê re.

Herwiha daxwaz ji Hikûmeta Sûrîyê jî kir, derbaskirina alîkarîyan ji bo Rojavayê Kurdistanê asteng neke û rê bide ku tîmên tenduristîyê derbasî wê herêmê bibin.

Li gor zanyarîyan, heta niha tenê haleteke pêketina bi vîrusa Korona li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hesekê hatîye ragihand û kesekî jî bi wê vîrusê canê xwe jidest daye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin