Hozan Canê: Li Tirkiyê êşkenceyeke sîstematîk heye

Hozan Canê: Li Tirkiyê êşkenceyeke sîstematîk heye

.

A+A-

Biryara rakirina qedexeya derve ya li ser hunermenda Kurd Hozan Canê duh ji aliyê Dadgeha Edirneyê ve li hat dayîn û ew îro bi rêya balafirê gihîşt Almanyayê. Hozan dibêje “bi hezaran dîlên siyasî di girtîgehên Tirkiyê de ne û êşkenceyeke sîstematîk heye.”

Piştî ku qedexeya derketina derveyî welat a li dijî hunermenda stranbêj a Kurd Hozan Canê ku li bajarê Kolnê yê Almanyayê dijî û li Tirkiyê bi terorîzmê dihat tawanbarkirin, hate rakirin, îro Pêncşemê 15ê Tîrmiha 2021ê gihîşt Almanyayê û Payamnêra Rûdawê Ala Şalî jî li balafirxaneyê di dema pêşwazîkirina wê de amade bû.

Hozan Canê ji Rûdawê re got: “Ez kêfxweş im ku gihîştima Almanyayê, lê aliyeke min şikestî ye ji ber ku hêj hevalên min di girtîgehê de ne. Bi hezaran kesên wek min dayîk û zarok di wê tariyê de man.  Min gelek hevalên xwe li pey xwe hiştin hêvidar im di zûtirîn demê de ew jî bigihêjin azadiya xwe. Ew ji min bêgunehtirin û hemû dîl in û bi hezaran dîl hene.”

Hozan diyar kir ku ku hêviyên wê ji hikûmeta Almanyê ew e ku li ser mijara girtiyên  siyasî û dozan siyasî bisekîne û got: “Bi hezaran dîlên siyasî di girtîgehan de ne. Çavê wan hemû girtiyên siyasî li Almanyayê û welatên din ên cîhanî ne. Ew dixwazin bigihêjin azadiya xwe.”

Derbarê rewşa li girtîgehan de jî Hozan Canê dibêje: “Zîndanên Tirkiyê gelek nexweş in. Bi rastî êşkenceyeke siyasî heye. Lêdan nebe jî lê bi birçîbûnê û pîsiyatî êşkenceya sîstematîk li hemberî girtiyan hebû, girtî di nav kurman de diman. Hêvî dikim ku welatên Ewropî û cîhanê li ser şert û mercên girtiyên siyasî bisekîne û alîkariya wan bikin.”

Canê herwiha da zanîn ku dema ev hatî girtin 58 kîlo bû lê dema derket 37 kîlo bû û got: “Berî mehekê ez bêm berdan ez xistim hûcreyê û av û nan nedan min. Kî bikeve girtîgehên Tirkiyê çi Kurd li Alman be, rewşa wan gelek xirab dibe û divê rê li ber vê êşkenceya sîstamatîk a Tirkiyê were girtin.”

Hozan Canê piştî derketina ji dadgehê ji ajansa nûçeyan a DPA ya Almanî re ragihandibû: “Ez ji dayîna biryarê kêfxweşim û dikarim vegerim malê, lê di van salên dawî de min ew qas êş kişandiye ku ev hesta dilxweşiyê diçin bin.”

Hozan Canê ku navê wê yê resen Seîde Înanç e, bi hinceta ku endama rêxistineke terorîstî ye, di 22ê Hezîrana 2018an de li bajarê Edirne yê Tirkiyê hatibû girtin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê jê re hatibû birîn.

Canê wê demê ji bo ku piştgiriyê bide kampîna hilbijartinê ya HDPê, serdana Tirkiyê kiribû.

Canê, dema 2 sal û 5 mehan di girtîgehê de ma lê piştre bi biryara Dadgeha Pêdeçûnê (Temyîzê) di 1ê Cotmeha 2020an de bi merc hatibû berdan.

Dadgehê herwiha çûna derve û derketina ji Tirkiyê ji wê hunermenda Kurd qedexe kiribû.

Dema Canê di girtîgehê de bû, keça wê Gonul Ors di dawiya Gulana 2019an de ji bo serdan diya xwe ya di girtîgehê de bike serdana Tirkiyê kiribû, lê hatibû desteserkirin û piştre bi mercê qedexekirina derketina bo derveyî welat hatibû berdan.

Roja 24ê Hezîrana îsal dadgehê bi tohmeta ku li Almanyayê propaganda ji bo rêxistina terorê kiriye, cezayê 10 sal û 5 meh zindanê bi ser Gonul Ors keça Hozan Canê de sepandibû, lê biryara qedexeya derketina bo derveyî welat li ser wê rakiribû û wê karîbû ji Tirkiyê derkeve û niha li bajarê Kolnê yê Almanyayê dimîne.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin