Hin Senator Bang li Rêvebirîya Trump Dikin ku Dijî Tirkîyê Toleyan Ragihîne

Hin Senator Bang li Rêvebirîya Trump Dikin ku Dijî Tirkîyê Toleyan Ragihîne

Hin Senator Bang li Rêvebirîya Trump Dikin ku Dijî Tirkîyê Toleyan Ragihîne

A+A-

Yek Demokrat yek jî Komarî, du senatoran bang li rêvebirîya Donald Trump kirin dijî Tirkîyê jiber bazara muşekên S-400 ya bi Rûsya re, toleyan ragihînin.

Her du senatoran ew bang li ser nûçeyên ku dîyar dikin ku Tirkîye dê sîstema S-400 bi awayekî berfireh test bike, kirin.

Senatorê Komarî James Lankford û Senatorê Demokrat Chris Van Hollen bi nameyekê ji Wezîrê Derve yê Amerîka îdiayên ser testkirina sîstema S-400 pirsîn.

Wan senatoran gotin ku Washington jiber bazara S-400 ya di navbera Tirkîye û Rûsya de dijî Enqere bi awayekî tund nesekiniye û nebûna helwestekê ‘’wêrekî’’ daye wî welatî.

Tirkîyê sala borî ji Rûsya sîstema berevanî ya S-400 sitandibû. Washingtonê jiber bazara S-400, bernameya firokên F-35 ya bi Tirkîyê re rawestandibû.

Amerîka dîyar kiribû ku ger Tirkîye S-400’an bi cîh bike ewê bi toleyan re rû bi rû bimîne, lê hîn ti tole nehatiye ragihandin.

Wezareta Derve ya Amerîka ser nameya senatoran hîn ti şirove nekiriye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin