Hilbijartina li Hollanda: Wilders bi ser ket

Hilbijartina li Hollanda: Wilders bi ser ket

.

A+A-

 Li gorî encamên anketê yên di hilbijartinên giştî yên pêşwext ên do li Hollandayê hatin kirin de, Partiya Azadiyê ya rastgir (PVV) ya bi pêşengiya Geert Wilders di rêza yekemîn de ye.

Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê ya bi serokatiya Dîlan Yeşîlgoz a bi eslê xwe Kurd e, li gorî hilbijartinên 2021ê deng wenda dike.

Di hilbijartinên ku li Hollandayê hatin kirin de dengdayîn bi saeta herêmî saet 21:00 bi dawî bû.

Li gorî anketên derketina IPO, Partiya Azadî ya bi serokatiya rastgirê tundrê Geert Wilders, hejmara kursiyên xwe ji 17an derxist 35an.

Tifaqa çep a bi serokatiya Frans Timmermans bi 26 kursiyan di rêza duyemîn de ye.

Li gorî vê rapirsiyê Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê ya bi serokatiya Dîlan Yeşîlgoz 11 kursî wenda dike û bi 23 wekîlan di rêza 3. de ye.

Wilders di axaftina xwe ya ji bo alîgirên xwe yên piştî anketên derketinê û encamên ewil ên ku partiya wî di rêza yekem de nîşan didin got: "Ez bang li partiyên din dikim; niha kampanya qediya û dengdêr axivîn. Niha em ê li wekheviyên hev bigerin. Divê em bi hev re tevbigerin. PVV niha gihîştiye 35 kursiyan ku ti partî nikare guh nedine vê. Em bêzar bûne. Em dixwazin Hollandî dîsa bibin rêza yekem û em ê vê yekê misoger bikin."

Li gorî van encaman, êdî nikarin bên paşguhkirin, wekî din wê rewşeke pir nedemokratîk be. Wîlders anî ziman ku hilbijêr wê vê yekê qebûl nekin û wiha got: "Em ê welat birêve bibin."

"Encam ji bo me xemgîn bû"

Dîlan Yeşîlgoz di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê ya piştî encamên ewil de spasiya her kesê ku dengê xwe daye partiya wê kir û got, "Em serketiyên îşev pîroz dikin."

"Encam ji bo me xemgîn bû." Yeşîlgöz got, “Serkeftina PVVê bi awayekî zelal derdixe holê ku fikarên gel bi têra xwe nayên çareserkirin. Rêbertî niha di destê Geert Wilders de ye."

Yeşîlgoz diyar kir, ew bi partiya xwe serbilind e û got, "Ji bo Hollandayeke ku em pê bawer in ava bikin, em ê dest bi xebatê bikin."

  <

Dank aan alle VVD stemmers! Felicitaties aan de winnaars van vanavond. Voor ons stelt de uitslag teleur. De winst van de PVV maakt duidelijk dat de zorgen van de mensen onvoldoende geadresseerd zijn. Het voortouw ligt nu bij Geert Wilders. Ik ben erg trots op onze partij. De…

— Dilan Yesilgöz - Zegerius (@DilanYesilgoz) November 22, 2023
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin