Hikûmeta Herêmê 2 birgeyan li projeyasya çaksazîyê zêde dike

Hikûmeta Herêmê 2 birgeyan li projeyasya çaksazîyê zêde dike

Sekreterê Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Encûmena Wezîran du birgeyan li projeyasaya çaksazîyê zêde dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di civîna Encûmena Wezîran a duhî de, 2 birgeyên din yên taybet bi mûçe û çaksazîya di xaneşîneyên Herêma Kurdistanê de zêde kirin û piştre bo Parlemana Kurdistanê tên şandin.

Amanc Rehîm ragihand jî, biryar e roja Yekşema hefteya bê Parlemana Kurdistanê bicive û xwendina duyem ji projeyasaya çaksazîyê re bikin.

Dîyar kir jî, birga yekem taybet e bi her mûçexwar û sûdmendekî ji budceya giştî dibe û hemû mafên wan tên parastin. Birga duyem jî taybet bi xaneşîneyan e.

Projeyasaya çaksazîyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Parlemana Kurdistanê xwendina yekem jê re hatîye kirin û biryar e di hefteya bê de jî xwendina duyem jê re bê kirin û bikeve ber dengdanê û bê pesendkirin.

 

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin