Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyasaya çaksazîyê pesend kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyasaya çaksazîyê pesend kir

Doh roja çarşemê kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cigirê Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîya. Kabîneyê di civînê da projeyasaya çaksazîyê pesend kir. Herwiha wê projeyasa bo Parlementoya Kurdistanê bihê şandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Doh roja çarşemê kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cigirê Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîya. Kabîneyê di civînê da projeyasaya çaksazîyê pesend kir. Herwiha wê projeyasa bo Parlementoya Kurdistanê bihê şandin.

Kabîneya Herêma Kurdistanî doh roja çarşemê 11-12-2019an bi mebesta gotûbejkirina projeyaçaksazîyê civîya. Di civînê de, danûstandin derbarê reşnivîsa projeyasaya çaksazîyê li xanenişîn, mûçe, dermale, bexşîn û imtîyazatên din li Herêma Kurdistanê hate kirin ku beşek ji bernameya temam ya çaksazîyê di çarçoveya karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Serokê Civata Wezîran amaje bi wê yekê kir, ku çaksazî prosêsek berdewam e û di pêngavên bê de, tevahîya kertan  li xwe digre. Got jî, di destpêka destbikarbûn a Kabîneya Nehem de, wan soz da ye, vê projeyasayê bişînin Parleman û ev proje ya hemû alîyên beşdar di hkûmetê de ye û di çarçoveya berjewendîyên giştî û dadperwerîyê de ye. Da zanîn ku tekez, dê xelkê hêja, mafên wan parastî bin.

Piştî danûstandinên pirr û berfireh liser yek bi yek, ji birgeyên projeyasayê û piştî cîgirkirina çendîn guhertinan, Civata Wezîran, bi tevahîya dengan projeyasaya çaksazîyê pejirand û ji bo Parlemantoyê Kurdistanê dişîn e.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin