
Hikûmeta herêma Kurdistanê biryarek ji bo zarokên sêwî derxist
Hikûmeta herêma Kurdistanê biryarek li gor berjewendîya zarokên sêwî û bê xwedî derxist û berpirsekî mafê mirovan jî ev yek wek pêngavek giring pênase kir.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Rêvebera giştî ya mafê mirovan li desteya serbixwe ya mafê mirov li herêma Kurdistanê Tavge Omer ji basnewsê re ragehand, encûmena wezîrên herêma Kurdistanê bi biryara 29 a sala 2019ê ve peyrewa ku zarokên sêwî ji malbatên bê zarok re bên dayîn û li gor pejirandinên yasayî û razîbûna sazîyên fermî ew biryar pejirand.
Tavge Omer ragehand, li gor heman biryarê dive wezareta karûbarên civakî, çaksazî di malên hikûmetê yên xwedî kirin û çavdêrîya zarokan de bike û pêwîstîyên wan dabîn bike.
Tavge Omer ew biryara encûmena wezîran bi pêngavekî giring ji alîyê perwerdeya psîkolojî û bedenî ya wan zarokan de pênase kir, ku bi her çi sedemekî be malbata xwe ji dest dane.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin