Hikûmeta herêma Kurdistanê biryar derbarê destpê kirina prosya xwandinê li Kurdistanê da.

Hikûmeta herêma Kurdistanê biryar derbarê destpê kirina prosya xwandinê li Kurdistanê da.

.

A+A-

Daxuyaniya berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Cotyar Adil a îro hat  dayîn waha ye:

Daxuyaniyek ji berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê ve derbarê tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê de.

Piştî şêwirandina li gel wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya derbarê rewşa vîrusa koronayê û serî rakirin nifşê nû yê wê vîrusê li hin welatan û piştî helsengandina rewşê, bi taybet mijara destpê kirina xwandinê li hemû dibistan, zango û peymangehên herêma Kurdistanê, biryar hate dayîn ku heman ew biryarên berê yên vê derbarê de hatine dayîn bên pêkanîn.

1 – Dewama qonaxên 1 û 2 yên seretayî û 12 amadeyî (dibistanên hikûmetê û yên taybet jî) heta roja 16.01.2021ê dewam tê ragirtin û ji nû ve dê helsengandin bo rewşa tenduristiyê bê kirin.

2 – Qonaxa 1 û 2 ya seretayî û 12 ya amadeyî dikarin heta vebûna dibistanan bi awayê elektronîk û online sûd ji waneyan wergirin.

3 – qonaxa 3 ya seretayî heta 11 amadeyî (dibistanên hikûmetê û yên taybet jî) bi awayî online xwandinê berdewam dikin. Herwaha heta roja 16.01.2021ê  ji nû ve helsengandin li ser rewşa tenduristiyê tê kirin, çûna bi grub û amadebûna li dibistanê tê rawestandin.

4 – Dibistanên li gundan û ew navçeyên ku xeta wan a înternetê wek pêwîst nîne û hejmara xwandevanan sînordare dewama wan bo hemû qonaxan tê ragirtin.

5 – dewama baxçên zarokan ên dibistanên taybet heta roja 16.01.2021ê tê ragirtin heta ji nû ve helsengandin bo rewşa tendurusitiyê tê kirin.

6 – Dewama peymangehên taybet û yên hikûmetê ya wezareta perwerdê heta roja 16.01.2021ê tê ragirtin û heta ji nû ve helsengandin bo rewşa tenduristiyê tê kirin.

7 – Bi armanca rêkxistina salnameya xwandin û ceribandinan wezareta perwerde bo destpê kirina dewamê sûd ji bêhnvedanên fermî werdigre ku pêwîst bibîne.

8 – Li zanko û peymangehên bo beşa zanistî, sîstema xwandina nav kampus û xwandina elektronîk, li gor heman plana berê, herwaha bi berçav girtina rênmayiyên tenduristî ve heta roja 16.01.2021ê wek xwe berdewam dibe.

9 – Beşên mirovî yên zanko û peymangehan bi berçav girtina rênmayiyên tenduristiya zêdetir ve heta 16.01.2021ê bi heman awayê berê wekî xwe berdewam dibe.

Ev biryare ji roja 07.01.2021ê dikeve kar, piştî vê jî lijne dê kom bibin bo ji nû ve gotûbêj kirina rewşa tenduristiya herêma Kurdistanê.

Dr. Cotyar Adil

Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê

07.01.2021

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin