HEZKURDê li Stenbolê Seredana PAKê Kir

HEZKURDê li Stenbolê Seredana PAKê Kir

.

A+A-

Rûpela Nû/Komeleya HEZKURDê roja 04.03.2021ê  li Stenbolê seredana Nûneratîya PAKê ya Stenbolê kir.

Heyeta HEZKURDê ji Serokê Komeleya HEZKURDê Suphi Özgen û Rêveberên Komeleyê Muzaffer Özer, Gülê Can Ronahî û Giyasettin Abluşak pêk hatibû.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül û Kasım Ergün û endamên Meclîsa PAKê Mehmet Dörtyama û Seyid Bayram û  endamê PAKê Tahsin Uçar pêşewazîya heyeta HEZKURDê kirin.

Li ser navê heyeta  PAKê Kasım Ergün, ji ber xebatên HEZKURDê yên di heqê zimanê Kurdî de HEZKURD  pîroz kir û pêwîstî û girîngîya bi hevre xebata hemû alî û hêz û dezgeh û kesayetan a di heqê xebatên zimanê Kurdî û di heqê kampanyaya ku ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê de anî ziman. Kasım Ergün got ‘’Ji kîjan dînî û mezhebê be, ji kîjan fikir, sîyaset û îdeolojîyê be, divê pêştir her Kurd vê kampanyayê îmze bike.  Divê em di vî warî de yekdengîya miletê Kurd bigihînin Dewleta Tirkiyeyê jî,  bigihînin cîhanê jî. Helbete ji kîjan gelî û miletî be jî ,  divê em piştgirîya her mirovekî jî bigirin. Divê bi tu sebebê , tu kes  vê kampanyayê lawaz nekin, li himberî wê ranewestin’’.

Li ser navê heyeta HEZKURDê jî Serokê Komeleya HEZKURDê Suphi Özgen  ji ber vê pêşewazî kirinê spasîya heyeta PAKê kir. Suphi Özgen got ‘’Ji bo zimanê Kurdî kî çi xebatê bike emê li gel wan bin. Wek rêveberên Komeleya HEZKURDê me bi xwe jî ew kampanyaya ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê îmze kirîye. Em PAKê jî ji bo xebatên wê yên di heqê zimanê Kurdî de pîroz dikin’’.

Heyeta PAKê û ya HEZKURDê li ser berdewamîya dîyalog û peywendîyên  herdu alîyan û li ser hevkarî û bihevrexebatên ji bo zimanê Kurdî mitabiq man.

Hevdîtina heyeta PAKê û ya HEZKURDê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

 

whatsapp-image-2021-03-05-at-13-58-02.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin