Hêzên Amerîkî dest bi tevgerê kirin

Hêzên Amerîkî dest bi tevgerê kirin

Di demekê de ku êrîşa Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê di roja sêyem de berdewam e û hêzên HSD û YPGê berevanîyê dikin, îro hêzeke Amerîkayê li bajarokê Silûk ê li rojhilatê Girê Spî hat dîtin.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Di demekê de ku êrîşa Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê di roja sêyem de berdewam e û hêzên HSD û YPGê berevanîyê dikin, îro hêzeke Amerîkayê li bajarokê Silûk ê li rojhilatê Girê Spî hat dîtin.

Peyamnêra Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, Rengîn Şero ragihand: Îro hêzeke Amerîkayê li bajarokê Silûk ku dikeve rojhilatê Girê Spî hat dîtin.

Bi gotina peyamnêra Rûdawê, ew hêza Amerîkî ji 6 otomobîlên Hummer û otomobîleke Land Cruiser pêk hatîye.

Piştî destpêkirina êrîşa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, ev cara yekem e ku hêzeke Amerîkî li nêzîkî cihê şer û bi taybet bajarê Girê Spî tê dîtin.

Bajarokê Silûkê li rojhilatê Girê Spî ye û dikeva navbera Girê Spî û Serê Kanîyê.

Ev yek di demekê de ye, ku artêşa Tirkîyê îro di sêyemîn roja êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê de, topbaran û bombebarana herdu bajarên Girê Spî û Serê Kanîyê dest pê kirîye.

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin