Heyeteke PAKê ji bo sersaxîyê seredana HDPyê kir

Heyeteke PAKê ji bo sersaxîyê seredana HDPyê kir

.

A+A-

Heyeteke PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) roja 24.06.2021ê li bajarê Îzmîrê yê Tirkîyeyê seredana Teşkîlata HDPyê kir û ji ber qetil kirina keça Kurd Deniz Poyrazê, sersaxî ji malbata Deniz Poyrazê, ji rêveber û endamên HDPyê û ji gelê Kurd re xwest.

Heyeta PAKê ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, endamên Meclîsa PAKê Faiz Eşin, Mehmet Ermiş, Abdullah Özten û endamên Nûneratîya PAKê ya Îzmîrê Bakî Özatli, Bedri Barkin pêk hatibû.

Parlamenterê Îzmîrê yê HDPyê Murat Çepni, Serokê Teşkîlata HDPyê ya Îzmîrê A.Kadir Baydur û rêveberên Teşkîlata HDPyê ya Îzmîrê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur êrîşa ku li Teşkîlata HDPyê ya Îzmîrê hatîye kirin û kuştina keça Kurd Deniz Poyrazê protesto kir û got ‘’ Ruhê keça me Deniz Poyrazê şad be, cîhê wê biheşt be. Em sersaxîyê ji malbata Deniz Poyrazê re, ji hemû rêveber u endamên HDPyê re û ji gelê Kurd re dixwazin. Gotin û helwestên qatilê Deniz Poyrazê jî bê teredut dîyar dike ku, ev êrîşa êrîşeke plan kirî ye ne êrîşeke takekesî ye. Me di salên pêştir jî gelek kiryar, qetlîam û êrîşên bi vî rengî dîtine, jîyane.Ev êrîş encama wê sîyaseta dijminatîyê ya ku rayedarên Dewleta Tirkîyeyê li dijî miletê Kurd dimeşanin e. Dewleta Tirkîyeyê divê hêzên li pişt vê êrîşê derxîne holê û divê qatil jî, hêzên li pişt wî jî bêne darizandin. Helbete ku ev jî bi têkoşîneke yekgirtî , berfireh ya miletê Kurd û hemû azadîxwaz, demokrat, parastvanên mafê mirovan û edaletxwazan ve dikare pêk bê.Ev êrîş jî careke din aşkere dike ku, divê hêzên Kurdistanî ji bo statuyeke sîyasî , neteweyî ya li ser axa Kurdistanê hevkarî û tifaqên xwe pêk bîne û gelê Tirk û partîyên Tirkîyeyî yên demokrat jî parastvan û piştgirê mafên kolektîf, mafê statuyeke sîyasî, neteweyî yê miletê Kurd bin’’.

Li ser navê HDPyê Parlamenterê Îzmîrê yê HDPyê Murat Çepni bixêrhatina heyeta PAKê kir û spasîya PAKê kir. Murat Çepni jî bal kişand ser wê yekê ku ev êrîş êrîşeke plan kirî ye û di têkoşîna demokrasîyê de, pêwîstî bihevre xebata hemû alîyên azadîxwaz, demokrat yên Kurd û Tirk heye.

24.06.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

pak0-002.jpgpak2-029.jpgpak3-030.jpgpak4-036.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin