Heyeta Partîyên Bakur serdana PYNK û Pêşverû kir

Heyeta Partîyên Bakur serdana PYNK û Pêşverû kir

.

A+A-

Heyeta Partîyên Bakur bi armanca gotebêjkirina rewşa dawî ya Rojavayê Kurdîstanê îro (30.01.2021) li Suleymaniyê serdana PYNK û Partîya Pêşveru kir.

Heyeta ku ji Orhan Kaya (PAK), Veli Koparan (PSK) û Hişyar Özalp (PDK Bakur) pêk hatibû ewil PYNKê ziyaret kir. Heyet, li ser navê PYNKê Yusuf Kuti ve hat pêşwazîkirin.

Pêşî nunerên heyeta Partîyên Bakur derbarê rewşa Kurdistana Bakur agahî dan, paşê jî li ser navê PYNKê Yusuf Kuti derbarê bûyerên li Rojava, hevdîtinên di nevbera partiyên Kurd û kiryarên Tirkiyê yên li Rojava bi hurgilî eşkere kir.

Yusf Kuti da zanîn ku divê diyaloxa Kurdi-kurdi mutleqe biserkeve, ji bo vê ew bê şerd û merc ji hevdîtinan ra amade ne û piştê vegera nunerêm Emerikayê dîyalox wê car jî destpêbike.

Kuti anî ziman ku ger pêvajoya diyaloxê têkbiçe ew dê destkeftiyên Kurdan bidawî bine. Her wisa behsa wê yekê jî kir ku Tirkiye dixwazê bi anina Erebean demografiya Efrîn, Girêspî û ciyên din  biguhurine û di dawî da herêmê Tirkize bike.

Nunerê PYNKê di derbarê ziyareta heyeta Partiyên Bakur bo ENKSê xweşhaliya eşkere kir û got, ger ENKS jî hewlbide wê prosesa diyalogê bi hêsantir serkeve.

Di hevdîtinê da nunerên partiyên Bakurê Kurdistanê jî behsa wê yekê kirin ku, dê qezencên Başurê Kurdistanê dê li Rojava jî destkevin, jibo destxurtiya hêzên Kurd hewcedarî bi tifaka Kurd heye û tenê bi vê awayî planên dagirkeran dê têkbiçin. Pêwist e hêzên Kurd ji hev ra rêz bigrin û her wisa kiryarên Tirkiyê yên li rojava tucarê nayê qebulkirin.

Di ziyarete da her du terefan jî girîngiya rola Emerika, Mesud Barzanî û Mazlum Kobanî a prosesa diyaloxa Kurdi-kurdi da anîn ziman.

Paş vê ziyaretê heyeta Partiyên Bakur serdana Partiya Pêşveru (Partiya Demokrat a Pêşveru Kurd li Suriyê) kir. Li ser navê Partiya Pêşveru Elî Şemdîn pêşwaziyê kir.

Di hevditinê da Eîi Şemdin da zanîn ku divê qedera Rojava bi deste partiyên Rojava bê tayînkirin û got ew pişgirîya diyaloxa di navbera ENKS û PYNKê dikin û ger têkbiçe ew ê bibe felaket bo Rojava. Şemdîn her wisa eşkere kir ku ew dixwazin di pêvajoya diyaloxa Kurdi-Kurdi da cî bigrin.

Ziyaret bi daxwaza berdewamiya hevdîtinên bi vê rengî qedîya.

 

3-135.jpg1-136.jpg2-141.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin