Heyeta PAK û PSK seredana mexdûrên lehîya Elbekê kirin

Heyeta PAK û PSK seredana mexdûrên lehîya Elbekê kirin

.

A+A-

Heyeta ji PAK û PSKê pêkahatî, roja 04.08.2021an de ji bo seredana mexdûrên lehîya Elbekê çûne herêmê û pirsa halê daniștvanên wê  kirin.

Heyeta ku ji Îsmet Elçî (endamê Meclîsa PAKê û serokê șaxa Wanê ya PAK ê) Husamedîn Acar (endamê Meclîsa PAKê) Tayyip Kizil Yildiz (endamê rêvebirîya PSK ê) ve pêkahatî wek hryetekî ji herdû partîyan seredana Xweșkana bi ser Elbekê ya ku çend roj berê lehî rabibû gelek terș  û xanîyê wana ketibûn ber lehîyê û xisaretekî mezin bi serê daniștvanên wê ve hatibû.

Heyet, piștê ku xwe didin nasîn, mexdûr bi rûmetekî mezin pêșwazîya heyetê dikin û bê tirs dilê xwe ji wan re vedikin.

Kadir Yurtseven (mêrê xanima ku deqa dawîyê jî ber lehîyê hatibû rizgakirine ye), Yuzuf Toprak, Gurkan Yurtseven, Îhsan Sicak, Rabia Acar, Fettah Acar û Adem Korkmaz re behsa lehîyê û zîyana wî kirin.

Xelkê herêmê bi kêfxweșîya sipasîyên xwe li heyetê dikin.

Heyet jî behsa armanca seredana xwe ji gundîyên re dikin. Ku ew jî: xwestina fêrbûna rewşa wan. Ů guh bidin pirsgirêkên we. Ů herwiha bizanin ka hewcedarîuên wan çine.

Heyet wan agahdarîyên ku ji gindîyan girtibûn bi Rûpela Nû re parve kirin.

“Gund rexê gelîyekî de hatîye damezrandinê çep û rastê newalê de xanî hatina çêkirinê, hinek wan nav newalê de ne jora wî gundî û newalê baraneke guj hatîye jor de çiqas kevir kuçên mezin yên weke gewdeyê insanan hene hemû berhev kirine û anîne nav gund. 10 xanî bi bingehî ve têk çûne derfeta xwedanê xanîyan tune ku ciheki sergirtî de bijîn. Malên çinar û pismamên xwe de dimînin qomutanê taburê esker û qorîcîyan ve nav gund dane 4 û 5 makine gelek qamyon ji bo çêkirina rêya nav gund  û paxijkirina xîz û kevirên hatine nav gund de kom bûne dixebitin. Bi alîkarîya weqfên islamî xwarin û vexerinê belav dikin. Rewşa gund û gundîyan ev e. Dibê em çi bikin me ji wana re behs kir me got emê hewil bidin rewşa we bo dost û hevalên miletê Kurd yên ewropîyan re binivîsin. Heger me imkanek çêkir emê bo we alîkarîyan dabîn bikin. Ew jî pir kêfxweş bûn pêşnîyara me emê kampanyayekê pêk bînîn ji bo kel û pelên navmalê dabîn bikin û bighêjînin wan.  Wiha xuya dike ku dewletê zutirîn bo wan stargehekê amade bike. heger em jî bikaribin hindik û zêde alîkarîyeke madî bi gêhêjînin wan dê baştir be.”

Rûpela Nû/Wan

2-154.jpg1-147.jpg4-119.jpg5-090.jpg6-069.jpg7-052.jpg8-043.jpg5-091.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin