
Hevpeymaniya Navdewletî soza berdewamiya piştevaniyê dide Pêşmerge
.
A+A-
Fermandarê Desteya Bilind a Şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya li Iraq û Sûriyê Ryan Rideout serdana Wezareta Pêşmerge kir.
Fermandarê Desteya Bilind a Şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya li Iraq û Sûriyê Ryan Rideout serdana Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê kir û ligel Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Cemal Êminkî civiya.
Di civînê de Fermandarê Desteya Bilind a Şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê soza berdewambûna hevkarî û piştevaniya xwe bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê da.
Li ser vê mijarê, Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto ragihand: “Di civînê de hemahengî û hevkariya navbera Pêşmerge û Hevpeymanan hat gotûbêjkirin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin