Hevpeymaniya Navdewletî: Di êrişa mûşekî ya Hewlêrê de peymankarekî me hat kuştin

Hevpeymaniya Navdewletî: Di êrişa mûşekî ya Hewlêrê de peymankarekî me hat kuştin

.

A+A-

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne, di êrîşa mûşekî ya şeva borî ya Hewlêrê de, kesekî ku bi girêbest bi Hevpeymaniya Navdewletî re kar dikir, hat kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Kolonel Wayne Marotto ragihand, şeva borî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Hewlêrê rastî êrîşeke mûşekî hatin.

Marotto diyar kir jî, di encama êrîşê de kesekî sivîl ku bi girêbest bi Hevpeymaniya Navdewletî re kar dikir, canê xwe ji dest da û 5 kesên din ên bi Hevpeymaniyê re kar dikin, jî birîndar bûn.

Herwiha Kolonel Wayne Marotto da zanîn jî, kesekî din ê Amerîkî di êrîşê de birîndar bû.

Şeva borî Hewlêr rastî êrîşeke mûşekî hat ku du mûşek li taxa Wezîran, hejmarek din jî li nêzîkî Firokxaneya Hewlêrê û du mûşek jî li gundê Kanî Qirjale li nêzîk Hewlêrê ketin xwarê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin