Hevdîtinên DTSOyê li Hewlêrê dest pê kirin

Hevdîtinên DTSOyê li Hewlêrê dest pê kirin

Serokê Lijneya Rêveberîya Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya û şanda ligel, serdana Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Hewlêrê Dr. Dara Celîl Xayat kir.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Serokê Lijneya Rêveberîya Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê Mehmet Kaya ligel şandekê ji bo beşdarkirina Pêşangeha Avahîdanê ya Navnetewî li Hewlêrê hate Herêma Kurdistanê.

Mehmet Kaya û şanda pê re îro 25ê Sibata 2020an ji alîyê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Hewlêrê Dr. Dara Celîl Xayat hat pêşwazîkirin.

Dara Celîl Xayat bo serdana şanda ji Amedê hate, kêfxweşîya xwe nîşan da û got: “Par jî me û wan li beramberî hev beşdarî di pêşangehan de kir. Peywendîyeke baş a aborî di navbera me de heye û wê yekê girîngîyeke xwe ya mezin heye.”

Bi gotina Xayat li gor par, îsal bazar hinek lawaztir bûye û derbarê mijarê de ew dibêje: “Piştî bi dawîbûna xebatên nûjenkirina Derîyê Xabûrê, dê qeberaya bazirganî ya di navbera herdu alîyan de mezintir bibe. Herwiha eger heye derîyeke nû yê sînorî were vekirin.”

Serokê Lijneya Rêveberîya DTSOyê Mehmet Kaya jî dîyar kir ku armanca wan ew e ku peywendîyên bazirganî yên di navbera Tirkîye û Herêma Kurdistanê bihêztir bikin û wiha axivî: “Em meweyên van hevdîtinan berhev dikin. Geştyarên serdana bajarê me kirine, bi rêjeyeke cidî zêde bûne. Li vê derê di asta wezaretê de çend hevdîtinên me dê çêbin. Em plan dikin ku bi hewldanên me di dawîya îsal de derîyê nû Xabûr were vekirin. Herwiha ji 1ê Adara 2020an pê ve, geştên asmanî yên rasterast di navbera Hewlêr û Amedê de destpê dikin.”

Mehmet Kaya destnîşan kir ku dema peywendîyên dualî baş dibe, li gor wê yekê qebaraya bazirganî ya di navbera herdu alîyan de jî zêde dibe û wiha pê de çû: “Hebûna vîzeyê di navbera du civakên bira de bê wate ye. Dema welatîyeke Iraqê tê Tirkîyê û vîze jê tê xwestin, ev yek bandoreke xirab li peywendîyên aborî dike. Em dê mijara rakirina vîzeyê, di 28ê Sibatê de ligel Wezîrê Derve yê Tirkîyê gotûbêj bikin.”

Kaya herwiha da zanîn ku ew dixwazin ligel Herêma Kurdistanê pêşangeheke geştyarî di demeke nêzîk de saz bikin û dê ji bo nasîna bajaran bibe derfeteke baş.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin