Heta nuha 3 hezar û 550 kurdên êzdî ji dest DAIŞê hatine rizgar kirin

Heta nuha 3 hezar û 550 kurdên êzdî ji dest DAIŞê hatine rizgar kirin

.

A+A-

Heta nuha bi hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê ve 3 hezar û 550 kurdên êzdî ji dest DAIŞê hatine rizgar kirin.

Serpereştê dosya rizgarkirina revandiyên êzdî û rêveberê giştî yê karûbarên kurdên êzdî li wezareta Ewqaf a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî amarên taybet derbarê revandiyan de aşkera kirin.

Piştî dagirkirina bajarê Mûsilê û paşvekêşana artêşa Iraqê çekdarên DAIŞê êrîşî bajarê Şingalê kirin û dest bi komkujiya kurdên êzdî kirin û hejmarek zêde jî revandin.

Amarên dawiyê yên kurdên êzdî û revandiyên ku li Netewên Yekbûyî jî hatine tomar kirin.

-Bi giştî hejmara kurdên êzdî 550 hezar kes bûn.

- 360 hezar kurdên êzdî ji ber êrîşên DAIŞê koçber bûn.

- 150 hezar koçberên kurdên êzdî vegeriyane ser mal û halên xwe.

- Hezar û 293 kurdên êzdî di roja yekem a êrîşa DAIŞê de jiyana xwe ji dest dane.

- 2 hezar û 745 zarokên kurdên êzdî bê bav mane

- Heta naha 82 gorên komî yên kurdên êzdî hatine aşkera kirine.

- 68 perestgeh û tirbeyên kurdên êzdî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine teqandin.

- Nêzîkî 100 hezar kurdên êzdî berê xwe dane welatên derve û bi taybet jî welatên Ewrupa

- Çekdarên DAIŞê 6 hezar û 417 kurdên êzdî revandin, ku ji wan 3 hezar û 548 kes zilam û zarokên xort bûn û 2 hezar û 869 kes ji wan jî jin û zarokên keç bûn.

- Hejmara revandiyên kurdên êzdî yên hatine rizgar kirin:

- Hezar û 209 zilam

- 339 jin

- Hezar û 49 zarokên xort

- 956 zarokên keç

- Termê 104 revandiyên kurdên êzdî jî kuştî hatine dîtin

- Heta naha çarenivîsa 2 hezar û 763 revandiyên kurdên êzdî jî diyar nîne ku : Hezar û 293 ji wan jin û keç in.

Herwaha hezar û 470 kes jî zilam û xort in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin