Heşda Şeibî hêzeke nû ya neyasayî şand Şingalê

Heşda Şeibî hêzeke nû ya neyasayî şand Şingalê

.

A+A-

Hat ragihandin ku Heşda Şeibî hêzeke nû ya Rebûlla şandiye Şingalê ku ev yek binpêkirina rêkeftina asayîkirina Şingalê ye û rewşa ewlehiya Şingalê hîn aloztir dike.

Parlementerê YNKê Hûsên Hesen Nermo ji BasNewsêrê gotiye, bi çûna wê hêzê rewş li bajêr rewşa ewlehiyê aloztir dibe.

 Hûsên Hesen Nermo diyar kir, “Hemû kes dizane li Şingalê rewş gelekî aloz e. Bi taybetî ji ber nebûna ewlehî û asayîşê xizmetguzariyê. Herwiha komeke nû ya Heşdî Şabî bi navê Rûbûlla çûye nava Şingalê û rewşê aloztir dike.”

Hûsên Hesen Nermo da zanîn, koma bi navê Rûbulla beriya bi demekê li Bexdayê çend problem ji bo hikûmeta Bexdayê saz kirin û niha jî hatiye Şingalê. Heger wisa berdewam bike wê çawa aramî were Şingalê û xelk vegerin ser mal û zeviyên xwe.

Nermo bal kişand ser awayê hêza Heşdî Şabî û got, “Heşdî Şabî du beş in û beşek jê di çarçoveya yasayan de karên xwe dikin û beşek ji artêşa Iraqê ne. Lê beşeke din jî neyasayî ne û koma bi navê Rûbulla jî komeke wisa ye ku neyasayî ye û niha hatiye Şingalê.”

Nermo bibîr xist, ji ber hebûna hêzên neyasayî rêkeftina asayîkirina Şingalê nehatiye cîbicîkirin û îdareya meşrû ya Şingalê jî nikariye were li qezayê dest bi kare xwe bike.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin